Li Lîbyayê 26 zarok bi mayinan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn

UNSMIL diyar kir ku li Lîbyayê di nav salekî de ji ber bûyerên teqemeniyan 26 ji wan zarok 35 kes jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Mîsyona Piştgiriya Neteweyên Yekbûyî a Lîbyayê (UNSMIL) li ser hesabê xwe ya dîjîtal medyayê li Lîbyayê ji beriya Nîsana 2024’an di nav salekî de derbarê kesên ku ji ber mayîn û teqemeniyan jiyana xwe ji dest dane agahî parve kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di navbera Nîsana 2023-2024’an de ji ber bûyerên teqemeniyan ji wan 26 zarok bi giştî 35 kesan jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne. Her wiha hat diyarkirin ku di nav 5 salan de ji ber bûyerên teqemaniyan de 400 kesan jiyana xwe ji dest dane an jî birîndar bûne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li welat ji sedî 36 cihên xeter hatine paqişkirin lê hêj nêzî 436 milyon metrekare erd nehatiye paqijkirin.