‘Li Bendava Tişrînê jî jin ala berxwedanê bilind dikin’
Rojnamevana biyanî ya ku berxwedana li Bendava Tişrînê li cîhê berxwedanê dişopîne, destnîşan kir ku berxwedanek dîrokî bi pêşengiya jinan û şervanan tê nivîsandin û got ku “Li vir jî jin ala berxwedanê bilind dikin.”
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250216-20250215-almlf-2-jpg9f5962-image-jpgd19445-image.jpg)
SENAA EL-ELÎ – SÎLVA EL-IBRAHÎM
Tişrîn – Bendava Tişrînê di sala 1999'an de li ser çemê Firatê hat avakirin. Ew bûye çavkaniyeke jiyanî ya enerjî û avê. Ev jî hişt bibe jêdera bingehîn ji niştecih û cotkaran re. Bendav di nava devereke stratîjîk de ye ku bajarên Heleb, Reqa û Hesekê bi hev ve girê dide.
Dagirkeriya dewleta tirk bi rûxandina rêjîma Baasê re di 8'ê Kanûna 2024'an de dest bi hemleyeke dijwar kir ku projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji holê rake. Piştî dagirkirina bajarê Minbicê şer û pevçûn li bendava Tişrînê girantir bû. Bi girankirina vî şerê li bendavê hêzên leşkerî bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin YPJ bedêlên mezin dan. Li kêleka vê berxwedanê xelkên hemû kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtinên xwe ji bo parastina bendavê ragihandin. Şandeyên gel ji 8'ê Çileyê ve berê xwe dan bendavê û dest bi parastina wê kirin. Ji her sê rojan carek, şandeyek ala parastinê radestî şandeya din dike.
Ji ber ku jin sembola parastinê ya di civakê de ye, destpêkê wê berê xwe da bendava Tişrînê û hevgirtina xwe ji bo parastina bendavê ragihand. Jinên ku ji bendavê diruşmeyên berxwedanê li dijî dagirkeriyê bilind dikin, dibêjin: "Em ji mirinê mezintir in".
Ji bo ragihandina rastî û berxwedana jinan a ji bendava Tişîrînê, nûçegîhanên ajansa me berê xwe dan bendavê û ji wir nêrîn û bertekên jinan, her wiha nêrînên şervanên jin ji eniyên şer, girtin.
'Dengê berxwedanê ji bendavê bilind dibe'
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nadiye Yûsif ku ew ji koçberên Efrînê ye diyar kir ku çalakiya nobetê tevî hemû êrîşan li bendavê bi îsrar berdewam dikin. Bi hebûna me li bendavê û berxwedana ku tê kirin em carek din îsbat dikin ku êrîşên dagirkeriyê berxwedana me lawaz nake. Em ji bendavê bi berxwedan, têkoşîn û girtina dîlana azadiyê bersiva êrîşan didin. Em weke pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Tirkman û Ermen bigre me erka parastina bendavê hildayî ser milên xwe."
'Projeya Netewa Demokratîk diparêzin'
Rêvebera Kongra Star a bajarê Dirbesiyê ya kantona Cizîrê Fatimê Kalaş, ev cara duyemîn e beşdarî şandeya parastina bendavê dibe û bendava Tişrînê bi berxwedana lehengiyê pênase dike. Fatimê Kalaş destnîşan kir ku bendav bûye cihê berxwedana dîrokî ya lehengan û wiha berdewam kir: “Bi saya berxwedan û têkoşînên şervanên me, çete heta vê kêliyê nekarîn gavekê pêş de bavêjin. Şervanên me ne tenê bendavê diparêzin, bi vê berxwedanê projeya Netewa Demokratîk jî ji tunekirinê diparêzin. Ger ku bê xwestin, wê milet bi mehan jî berê xwe bidin bendavê û berxwedana xwe bidomînin.”
'Em naxwazin senaryoya Serêkaniyê dubare bibe'
Kîfah El-Efendî, yek ji koçberên Helebê ye û li bajarê Dirbesiyê bi cîh bûye. Kîfah 50 salî ye û berê xwe daye bendava Tişrînê. Kîfah armanca hatina bendavê bi van gotinan anî ziman: “Me berê xwe daye bendavê, ji bo ku em parastina wê ji dagirkeriyê bikin. Em naxwazin senaryoya Serêkaniyê ya dema ku bendava Elûk dagir kirin, dubare bibe. Bi qutkirina ava Elûkê re şêniyên Hesekê bi zehmetiyan re rûbirû ne û avê dikirin. Em li vir ji bo parastina axa xwe hene. Êdî bes e ji êrîş û kiryarên dagirkeriya dewleta Tirk re. Divê ew ji ax û herêmên me vekişe. Em tu car qebûl nakin Erdoxan bendava me dagir bike. Jin bi hemû hêzên xwe li bendavê ne û li berxwe didin."
'Deng û rastiya rojava radighîne'
Rojnemevan Anna Counter ku di çapemeniya Swîsreyî ya bi navê 20 Minuten de dixebite, tevlî berxwedana bendava Tişrînê bûye. Anna da zanîn ku li hember berxwedana li bendavê matmayî bûye û wiha pê de çû: "Xelkê rojava gelek xwedî îrade û hêz in di nava şer û pevçûnan de rûken in. Hêviya wan xurt e. Dema şerê DAIŞ li herêmê rûdabû, ez hatim Rojava û min berxwedan û têkoşîna gel bi çavên xwe dît. Serkêşiya vê berxwedanê jî jinan dikirin û heya niha jî dikin. Hebûna jinan a li bendavê jî vê rastiyê vedibêje. Jinên Rojavayî bi pêşengtiya jina Kurd xwedî hêz û bawerî ne, li Bendava Tişrînê jî jin ala berxwedanê bilind dikin. Dewleta Tirk bi hedefgirtina rojnamevanan hewl dide dengê rastiyê qut bike û zagonên navnetewî binpê dike. Divê jiyana rojnamevanan bê parastin."
'Berxwedana Tişrînê mîrata berxwedana Kobanê ye'
Ji eniyên şer şervan Amara Qamişlo jî bal kişand ser berxwedana dîrokî ya ku li bendavê tê nivîsandin û got: “Ev zêdetirî 67 roj in hêzên YPJ û QSD li dijî hemû êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li berxwe didin. Wan ew erka parastina gelê xwe rakirine ser milan. Li bendavê şervan bi berxwedan û lehengiyên xwe dîrokê dinvîsin. Em hêza xwe ji gel û berxwedana wan digrin. Hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrîşên tunekirinê tekoşîna xwe bilind dikin. Berxwedana Tişrînê mîrata xwe ji berxwedana Kobanê ya 2014'an digre. Me gelek bedêl ji bo parastina bendavê dan, em ê jî xwedî li pakrewanên xwe derkevin û nehêlin dijmin axa me dagir bike.”