Li Kurdistanê gel namzetên xwe diyar dikin

Hilbijartina gel a DEM Partî bi armanca diyarkirina namzeyên hevşaredarên ku di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de nîşan bide, dest pê kir.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beriya hilbijartinên 31’ê Adarê yên rêveberiya herêmî, ji bo diyarkirina namzetên hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan, li 90 herêmên hilbijartinan sindoqên dengdanê danî. Li Amed û gelek bajarên din dengdayina ku wê nêzî 100 hezar delege li ser sindoqan bin dest pê kir.

Li Amedê navnîşanên 16 cihên dengdanê yên ji bo hilbijartinên pêşwext deng bê bikaranîn wiha hat eşkere kirin:

 * Peyas: Salona Dawetê ya Zirve, Rawestgeha Dawî ya Kevin a Gaziler

 * Yenişehir: Salona Dawetê ya Kaplan, Kolana Îstasyonê

 * Rezan: Salona Dawetê ya Geterler, Îskanevlerî

 * Sûr: Salona Dawetê ya Nilgun

 * Erxenî: Salona Dawetê ya Taş Kardeşler, pêşberî Nexweşxaneya Dewletê

 * Bismil: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Farqîn: Salona Dawetê ya Park Gold

 * Şankuş: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Çermûg: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Gêl: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Karaz: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Lice: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Pasur: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Piran: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Hezro: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

 * Xana Axpar: Avahiya DEM Partiyê ya Navçeyê

Li Wan û Serhatê gel li ser sindoqan e

DEM Partiyê li Wan û bajarên Serhedê ji bo namzetên hevşaredarên bajarê mezin, hevşaredarên navçeyan, endamên meclisên şaredariyan û meclisa giştî ya bajêr diyar bikin li gelek navendan sindoq danîn. Dê li Serhedê ji bo yek ji bajarê mezin, li 8 bajar û 35 navçeyan nêzî 35 hezar kes dê deng biavêjin. Gelê ku di saetên serê sibê de berê xwe da avahiyên navend û navçeyan û eywanên ku sindoq lê hatine danîn, pêşengtiya şahiya demokrasiyê dike. Yek ji bajarên ku herî zêde qelebalix derbas dibe Wanê, li 13 navendan sindoq hatin danîn. Tê payîn ku li Wanê 13 hezar û 500 kes deng biavêjin. Yek ji navçeya ku hejmara delegeyan lê herî zêde ye Rêya Armûşê gel li Eywana Dawetê ya Vîlla Parkê hate bahev.

Li Mêdînê dengdayîn serê sibê dest pê kir

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beriya hilbijartinên herêmî yên ku dê di 31’ê Adara 2024’an de bên kirin ji bo hevşaredarên bajarê mezin û navçeyên Qoser, Nisêbîn, Dêrîk, Artûklû, Stewrê, Kerboran û Şemrexê û endamên meclisên şaredariyan diyar bike li 10 navçeyan sindoq danîn. Tê payîn ku li gelemperiya Mêrdînê bi ser 10 hezaran delege dê deng bikarbînin. Welatî di saetên serê sibê de hatin navendên ji bo pêşhilbijartinê sindoq hatine danîn. Dê bi dengdayîna gel li Mêrdînê Hevşaredarên Bajarê Mezin û 7 navçeyan û endamên meclisa şaredariyê dê bên diyarkirin.