Li Kumê ji ber Covid-19 mirina pitikan zêde dibe

Bûyerên Covid-19 li bajarê Kum a Îranê, ser 40 jinên di qonaxên cihêreng ên ducaniyê de hatin dîtin, hat destnîşan kirin ku mirina pitikan li welat ji ya dihate hêvî kirin zêdetir bû.

Navenda Nûçeyan - Li bajarê Kum ê Îranê, ku li peravên Kumê cih digrê û heman navî digre bûyerên Covid -19 zêde dibin. Li gorî daxuyaniya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kum, 40 jinan di qonaxên cihêreng ên ducaniyê de testa xwe çêkirine û bi wan re Covid-19 erênî derketiye. Hat destnîşankirin ku jinên rewşa wan a tenduristiyê di bin kontrolê de ye, têne dermankirin.
Hat diyarkirin ku mirinên pitikan ên ji ber Covid-19 li welêt ji texmînê zêdetir in. Hate destnîşan kirin ku bajarê Kum yekem bajare ku nexweşiya Covid-19 lê hatî tespît kirin, lê hêj li bajêr xebatên derzîdanê temam nebuye.