Li Kum ê cînayeta kar
Li Eyaleta Kum a Îranê jina karker a 36 salî jiyana xwe ji destda.
Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniya Muduriyeta Xebatên Koperatîfan û Helkefta Civakî ya Kumê jina karker a 36 salî ji ber cînayetên kar jiyana xwe ji dest daye. Li gorî daxuyaniyê têlên asansora firina jinan qetiyaye û bi erdê ketiye, bi wî awayî jiyana xwe ji dest daye. Her wiha di daxiyaniyê de cîh hat dayîna wê yekê ku asansora bûyî sedema qezayê 14 salin li benda temîratêye lê li gel şiyariyên xebatkarên kooperatîfê jî cidî nehatiye girtin û li ser nehatiye sekinandin.
Di nava salekê de li Kum ê 700 karkeran jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî sîtatîstîkan di nava salê de li Eyaleta Kum ê 700 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 13 hezar jî ji ber qezayên kar birîndarbûne.