Li kujerê Şînyar Huner cezayê darvekirinê hate birîn

Cezayê muebbetê yê li kujerê Şînyar Huner a ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hatibû şewitandin hatibû birîn, bi cezayê darvekirinê re hat guhertin.

Silêmanî- Şînyar Huner a rûniştvana Silêmaniyê, di 20’ê Sibata sala 2022’yan de li taxa Kurdsat ya Silêmaniyê dema di mal de razayî bû, ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hatibû şewitandin. Şînyar Huner a li nexweşxaneyê dihat dermankirin, piştî 5 rojan jiyana xwe ji dest da.

Piştî qetilkirina Şînyar Huner çar rojan, polîsan ragihand ku kujerê Şînyar Huner, li xwe mikûr hatiye. Ji bo kujer cezayê mûebetê hatibû dayîn, lê îro ev ceza bi cezayê darvekirinê hate guhertin.

Parêzerê doza Şînyar Huner, Awdêr Elî derbarê mijarê de li ber deriyê dadgeha Silêmaniyê daxuyaniya çapemeniyê da û wiha got: “Malbata Şînyar bi cezayê mûebetê yê ji bo kujer hatibû birîn, nerazîbûn, ji bo vê carek din serî li dadgehê dan û îro dadgeha cezayan ya Silêmaniyê biryara mûebetê ya ji bo kujer vegerand, cezayê darvekirinê.”