Li Kubayê lehî rabû: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di karesatên lehiyê yên ku piştî barana zêde li Kubayê rû da, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes hatin tehliyekirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/06/20230613-20230613-690x390cc-kuba-sel-jpge577e1-image-jpgecc8be-image.jpg)
Navenda Nûçeyan – Li naverast û rojhilatê Kubayê piştî barana zêde karesatên lehiyê rû da.
Li gorî daxuyaniya rayedarên Kubayê di lehiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ber lehiyê li gelek cihan zirara madî çêbûye. Ji ber lehiyê bi hezaran kes hatin tehliyekirin.