Li Kubayê lehî rabû: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di karesatên lehiyê yên ku piştî barana zêde li Kubayê rû da, 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes hatin tehliyekirin.

Navenda Nûçeyan – Li naverast û rojhilatê Kubayê piştî barana zêde karesatên lehiyê rû da. 

Li gorî daxuyaniya rayedarên Kubayê di lehiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji ber lehiyê li gelek cihan zirara madî çêbûye. Ji ber lehiyê bi hezaran kes hatin tehliyekirin.