Li Koye pêngava darçandinê dest pê kir

Rêxistina Henaseya Sirûşt ji bo jîngehparêziyê li bajarokê Koye yê Hewlêrê di çarçoveya roja jîngeha Kurdistanê de dest bi pêngava darçandinê kir. Serokê rêxistinê daxwaz kir ku ji bo jîngehek bi tendirust divê dar werin çandin û derdor were şînkirin.

Koye-  Di 16’ê Nîsana sala 1987’an de rejîma Beasê bi bombeyên napalmê herêma Şêx Wesan û Balistanê ya girêdayî Hewlêrê kîmyabaran kir, di wê kîmyabaranê de 264 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn û zêdetirî 600 welatî jî birîndar bibûn. Di sala 2008’an de parlamentoya Herêma Kurdistanê roja 16’ê Nîsanê weke Roja Jîngehê diyar kir. Li herêma Kurdistanê her sal di vê rojê de çalakiyên cur be cur tên lidarxistin û gelek dar tên çandin.

Di çarçoveya çalakiyên ji bo 16’ê Nîsanê roja jîngeha Kurdistanê de, Rêxistina Henaseya Sirûşt ji bo parastina jîngehê li bajarokê Koye yê Hewlêrê pêngava darçandinê da destpêkirin. Nêzî 60 şaxên daran hatin çandin.

‘Ji bo jîngehek bi tendirust em daran diçînin’

Seroka Rêxistina Henaseya Sirûşt der barê pêngava darçandinê de diyar kir ku her sal bi çalakiyên cur be cur di roja jîngehê de ji bo zêdetir şînkirina herêmê şaxên daran diçînin û got: “Çandin ji bo paqijkirina hewayê sûdeke baş e. Oksîjena di nava hewayê de zêde dike û pileya germahiyê kêm dike. Di aliyê çandiniyê de jî bi sûd e. Me soz daye, cihên ku dar lê hatine çandin wê werin parastin û avdan. Divê ew darên ku hatine çandin werin avdan ji bo ku mezin bibin û sûdê bidin xwezayê. Ji bo jîngehek bi tendirust em hewl didin daran biçînin û derdorê şîn bikin.”