Jinên Koyê bi berhemên xwe tevlê festîvalê bûn

Li Koyê di 10’ê Hezîranê de festîvalek ji hêla Komeleya Hêzdarkirina Jinan a Oscar ve li Parka Fatih Resul hate lidarxistin, jinên jêhatî yên ji Koyê bi berhemên xwe beşdarî festîvalê bûn.

ŞILÊR KOYÊ

Koye – Li Koyeyê, zêdetirî 60 jinan berhemên xwe yên cûrbecûr, ji xwarin û şîraniyên Kurdî bigire heya kelûpelên destçêkirî û zêrfiroşan, li bazarek demkî nîşan dan.

Dia Şêroan, xwendekara hiqûqê, dibêje ku ew demeke dirêje li ser înternetê dixebite û bi projeyek nû beşdar bûye û got: “Fikra min nû ye ji ber ku yên mîna wê di zimanên biyanî de hene, lê ev cara yekem e ku ez li ser wê bi zimanê Kurdî dixebitim. Min ramanên xwe li gorî Kurdî adapte kirin. Em çîrokek dinivîsin; tê de sûcek tê kirin û sûcdar nayê zanîn. Divê hûn sûcdar di nav gumanbaran de bibînin. Ji ber vê yekê xwendevan jî dibe lêkolîner. Ev roja yekem e ku em rasterast hilberên xwe difiroşin ji ber ku firoşgehek me tune, em tenê li ser înternetê dixebitin. Em spasiya jinên Oscar û Fatih Resul Park dikin ku ev derfet dane me.”

Rêxistinên xwe dayîna nasîn

Sozî Himdad bi xwe mamosteye ew bi hin broşûran beşdarî bûne da ku rêxistinên xwe bidin nasîn. Sozî ji bo festîvalê wiha dibêje: "Ez spasiya Komeleya Oscar dikim ji bo ku derfet da jinan ku xwe û karê xwe bidin nasîn. Ev yek bi taybetî ji bo jinên jêhatî yên ku ji malê an bi serbixwe dixebitin girîng e. Mirov dikarin bi riya vê bazarê wan nas bikin. Pêdivî ye ku rêxistinên jinan piştgiriyê bidin wan û qîmetê bidin jêhatîyên wan."

Jeryo, keçek ciwan a xwedî pêdiviyên taybet ku nekarî xwendina xwe temam bike, tevî vê rewşa xwe jî  bi çêkirina aksesûaran re mijûl dibe. Dayika wê, Behye Xidir, ji bo rewşa keça xwe dibêje: "Kurek û keçek min ên xwedî pêdiviyên taybet hene. Ew nekarîn xwendina xwe temam bikin ji ber ku li Koye cihekî taybet ji bo wan tune ye. Dibistan an navendên taybet tune ne. Ew ciwan in û hewceyê cihekî ne ku dema xwe derbas bikin. Ji ber vê yekê min derfet da wê ku li malê morîk û aksesûaran çêbike. Jeryo di vî warî de xwedî hişek pir baş e, û em piştgiriyê didin wê.”

Neşmîl Hemîd, xwarina bi navê danula ku xwarinek qedîm ya gelê Kurde û bi tirşî tevlê festîvalê bûye. Neşmîl ji bo vê yekê wiha dibêje: "Danula xwarinek kevn a Kurdî ye, lê dîsa jî tê hezkirin. Min par jî anî, û pir populer bû. Ji ber vê yekê min îsal dîsa anî."

Helîn Îsmaîl jî diyar kir ku ew şeş sal in bi diya xwe re kulîçeyan çêdike û wan bi rêya înternetê difiroşe û got:"Ev cara yekem e ku ez beşdarî bazarek wisa dibim. Spas ji bo pêşkêşkirina vê derfetê. Firotina rasterast ji bo me teşwîqker e. Her jinek xwedî jêhatîyek e; ya girîng ne dîploma ye, lê kifşkirina xwe û dîtina karekî ye."

‘Jinên Koye bi rastî jî jêhatî ne’

Mêvana Şîno Celîl ku weke mêvan beşdarî festîvalê bûye derheqê festîvalê de wiha dibêje: "Divê ev festîval li hemû bajaran werin lidarxistin da ku jin bikaribin berhemên xwe bînin bazarê. Ev di warê pêşvebirina çand, xwarin, cil û bergên Kurdî de jî girîng e. Ew di heman demê de ji bo jinan çavkaniyek dahatê ye. Jinên Koye bi rastî jî jêhatî ne. Bi gelemperî, berhem pir baş bûn, nemaze şirînî. Biha jî maqûl bûn ji ber ku bi gelemperî li bajarên piçûk erzantir e. Ez hêvî dikim ku jin berdewam bikin û ev celeb çalakî wan teşwîq bikin. Ji ber ku gelek kes nikarin kar bibînin, hin ji wan karsaziyên xwe vekirine her çend mezûnên zanîngehê bin jî.”

‘Armanca me jinan ji nava malê derxistine’

Nigar Hemed ku rêveberiya Komeleya Oscarê ye rewa kir ku ew van bazaran li gorî her demsal û roja mûçeyê li dar dixin û wiha gotinên xwe dawî kir: "Em nikarin bihejmêrin ka me heta niha çend festîval û bazar ji bo jinan li dar xistine. Vê carê, zêdetirî 60 jinan bi hilberên cûda beşdar bûn. Dîtina ewqas mirovan îro min pir kêfxweş kir. Ez ewqas kêfxweş bûm ku min hemî firotan bi xwe kiribin. Armanca me ew e ku em jinan teşwîq bikin, wan ji malê derxînin û wan bikaribin jêhatîyên xwe nîşan bidin. Di vê çalakiyê de, hilber li ser 80 maseyan hatin pêşandan.”