Li Konyayê Sevîl Şîmşek a 70 salî hat qetil kirin
Kujerê bi navê Tûrgût Şîmşek li Konyayê hevjîna xwe Sevîl Şîmşek qetil kir û paşê li polîsan geriya giliyê xwe kir.
Konya- Li navçeya Meramê ya Konyayê, mêrê bi navê Tûrgût Şîmşek ê 70 salî hevjîna xwe Sevîl Şîmşek a 70 salî qetil kir. Piştî cinayetê kujer Tûrgût Şîmşek li polisan geriya û xwe îxbar kir. Polisên hatin cihê bûyerê Tûrgût Şîmşek binçav kirin.
Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê cenazeyê Sevîl Şîmşek ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) yê.