Li Konyayê komkujiya nijadperestan a “tê zanîn”
Li navçeya Meram a Konyayê, 7 kesên ji malbata Dedeoglari ku beriya niha rastî êrîşên nijadperestan hatibûn, li malên xwe hatin qetilkirin. Derket holê ku malbatê beriya komkujiyê li dijî êrîşkaran daxwaza parastinê kiriye, lê daxwaza wan hatiye redkirin. Rêxistinên demokratîk komkujî şermezar kirin û li gelek nuqteyan ji bo çalakiyê bang hat kirin.
Navenda Nûçeyan - Li navçeya Meram a Konyayê komkujiyêk pêk hat. 7 endamên malbata Kurd ên ji Qersê, ku beriya niha rastî êrîşên nîjadperestan hatin, duh li mala xwe rastî êrîşa çekdarî hatin û hatin qetilkirin. Hate hînbûn ku, cenazeyên Serpîl Dedeoglû, Serap Dedeoglû, Îpek Dedeoglû, Yaşar Dedeoglû, Bariş Dedeoglû, Metîn Dedeoglû û Sîbel Dedeoglû yên di êrîşa nîjadperestan de hatin qetilkirin, wê îro li Goristana Saraçoglû ya navçeya Karatayê bên veşartin.
Parêzerê malbata Kurd, Abdurrahman Karabulut, da zanîn ku 6 kes bi 16 guleyan hatine kuştin û di bûyerê de herî kêm du jarjur gule hatine bikaranîn û da zanîn ku têkiliya serdozgerê berî êrîşên nîjadperest bi sucdar heye. Tê texmîn kirin ku yên êrîşê pêk anîne ji yekê zêdetir in.
Malbata Dedeogullari di 12'ê Gulanê de rastî êrişa koma nijadperest a 60 kesî hat. Malbata Qersê ya ji 7 kesan pêktê, 4 jê jin, bi kêr, kevir û daran bi gotina "Em nijadperest in, em nahêlin hûn li vir bijîn" rastî êrîşê hatin. 5 kesên ku der barê êrîşê de hatibûn girtin bi hinceta "kêmbûna delîlan" hatin berdan. Di êrîşa nijadperest a ewil de, malbat çûn dozgeriyê û daxwaza parastinê kirin, lê derket holê ku ev daxwaz hatiye redkirin. Berevajî agahiyên hatin girtin, dozgeriyê parastin da malbata êrîşkar. Tê diyarkirin ku malbatê paşê parastina xwe kiriye û ji bo ewlehiyê kamera li dora malên xwe bi cih kirine.
Îro merasîma Cenaze tê li darxistin,
Cenazeyê dayik Îpek, bav Yaşar û zarokên wan Serpîl, Serap, Sîbel, Îpek, Bariş û Metîn Dedeogûllarî yên hatin kuştin duh bi şev ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Konyayê. Hate hînbûn ku otopsî serê sibê hatiye kirin, cenazeyên 7 endamên malbatê piştî nimêja nîvro dê li Goristana Saraçoglu ya navçeya Karatayê bên definkirin.
Xizmên malbatê, ku ji duh bi şev û vir ve li ber nexweşxaneyê ne, hê jî li bendê ne. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê medya civakî ev agahî parve kir: “Cenazeyên muwekîlên min malbata Dedeogullari yên li Konyayê hatin qetilkirin îro piştî nimêja esir wê li Goristana Saraçoglu bên definkirin. Em bang li hemû gelên li dijî êrîşên nijadperset derdikevin dikin ku tevlî merasîma cenaze bibin."
Parêzeran nikarin agahî bigrin
Li aliyê din, parêzerên ku çûne Konyayê jî nehatiye hiştin ku nêzî cihê bûyerê bibin, nikarin di derbarê dosyayê de jî agahiyan bigrin. Parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÖHD) çûn cihê bûyerê û der barê lêpirsînê de agahî xwestin. Parêzeran diyar kirin ku rapora otopsiyê nedane wan û nehiştinê ew nêzî cihê bûyerê bibin. Parêzeran diyar kirin ku der barê dosyayê de agahiyên berfireh nehatine dayîn.
Dê qetlîam were şermezar kirin
Qetîlkirina malbatê ji aliyê gelek saziyên demokratîk ve hate şermezar kirin. Di gel ku li gelek bajaran çalakiyên deng derxistinê û vemirandina lampeyan pêkdihat, disan dê welatî hemwext li dijî nijadperestiyê derbikevîn qadan. Tevgerên jinên Kurd TJA û TJK - E li dijî qetilkirina malbatê banga daketina kolanan kirin. Jinan ragihandin ku ew ê îro li gelek nuqteyan çalakî li dar bixin.
Li Baroya Amedê çalakiya “Nobeda Edeletê”
Baroya Amedê duh şev li ber Salona Konferansê ya Tahîr Elçî dest bi "Nobeta Edaletê" kir û komkujî protesto kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, endamên Komîsyona Zimanê Kurdî ya baroyê û endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (ÖHD) di nobedê de ji bo 7 kesên ku di êrîşa nijadperestan de hatibûn qetilkirin di çalakiyê de cîh girtin û çira hatin pêxistin.