Li Konyayê kamyoneta karkeran qeza kir

Li Konyayê wesayîda ku li kamyoneta karkerên çandiniyê tê de bûn ket, 8 karker birîndar bûn. Hat zanîn ku ji karkeran 2 kes rewşa wan giran e.

Navenda Nûçeyan- Karkerên çandiniyê her roj bi heqdestek kêm bi awayekî bê ewle ji bo biçin zeviyên ku tê de kar dikin li ser riyan rastî qezayan tên.  

Li Akşehîra Konyayê wesayîd li kamyoneta karkerên çandiniyê tê de bûn ket û 8 karkar birîndar bûn. Wesayîda girêdayî îdareya Kagan Koldaş, li nêzî taxa Sarayê li kamyoneta Serkan Nadir a karkerên çandiniyê dihilgirt, ket. Bi bandora lêketinê kamyonet qelibî.

Di qezayê de, karkerên jin ên çandiniyê birîndar bûn. Birîndaran rakirina nexweşxaneya Akşehîrê, du karkarên din jî ji ber rewşa wan giran bû sewqî Konyayê hat kirin.