Li Kongoyê xebatkarên tenduristiyê tecawizê 80 jin û keçan kirin
Li Komara Demokratîk a Kongoyê dema ku encamên lêpirsîna li ser destavêtina 80 jin û keçên ku ji aliyê endamên tendurstiyê WHO’yê ve di dema pandemiya ebola de eşkere kirin, Komeleya Jinan a Medyayê ya Kongoyê diyar kir ku divê tezmînat ji bo jinên ji ber destavêtinê travma jiyane û bi dehan zarokên ku di encama tecawizê de çêbûne were dayîn.
Navenda Nûçeyan- Li Komara Kongoya Demokratîk pandemiya Ebolayê ku di navbera salên 2018 û 2020’an de hat jiyîn, 21 pisporên tenduristiyê yên girêdayî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) destdirêjî 80 jin û keçên 13 heta 43 salî kirin. Li gorî nûçeya The Guardian, WHO’yê piştî bûyeran lêpirsîn daye destpêkirin. Komîsyona ku ji bo lêpirsînê pêk bîne hat amadekirin raporek weşand. Li gorî raporê, dema ku 29 jin ji ber destavêtina ku li wan hatiye kirin ducanî man, hin sûcdaran zext li jinan kirin ku kurtaj bibin.
Ji sûcdarên mêr 4 kes ji kar hatin avêtin
Di çarçoveya lêpirsînê de, 4 ji sûcdarên mêr ji kar hatin avêtin, 2 jî di destûra îdarî de ne. Raporê destnîşan kir ku piraniya mexdûran "bi awayekî bilind bêparastin" bûn û piranî ji wan jinan di şert û mercên aborî yên xirab de dijîn. Tîma lêpirsînê nasnameya 83 sûcdaran ku hemwelatiyên Kongoyê û biyaniyan hatine diyarkirin eşkere kir. Tîmê diyar kir ku di 21 bûyeran de, sûcdar kesên ku di mudaxeleya pandemiya Ebolayê de dihat îdiakirin xebatkarên WHO’yê ne.
Jin dixwazin kiryar bên cezakirin
Destdirêjiya li Komara Demokratîk a Kongo di dema pandemiya Ebola de li parêzgehên Kivu û Ituri ku cihên bêîstiqrariya siyasî û şerê çekdarî ne û di du salan de 2,280 kes li wan hatine kuştin de pêk hat. Hin jinên ku digotin ew ji hêla rayedarên WHO’yê ve hatine îstîsmarkirin, hêvî dikin ku kesên di bûyerê de cih girtine bi tundî werin cezakirin.
“Em dixwazin edalet pêk were”
Yek wan jinan a bi navê Anifa diyar kir ew jî yek ji wan jinên ku di berdêla kar de bi zorê fuhûşê dike ye û wiha got: "Zêdetirî mehekê ez li benda vê kêliya mezin bûm ku ez bibînim ka WHO dê van bijîjkan çawa ceza bike. Em dixwazin pêkhatina edaletê bibînin.”
Yekitiya Jinên Medya Kongoyê: Divê tezmînat were dayîn
Endama Komeleya Jinan a Medyayê ya Kongoyê Julie Londo ku di rêxistinek jinan a li dijî destdirêjî û destdirêjiya cinsî ya li Kongoyê de dixebite diyar kir ku ew ji ber ku WHO’yê karmendan ceza kir kêfxweş e lê pêwîstî hîn zêdetir bi gelek tiştan heye û wiha got: “Divê WHO bihizire ku ji bo jinên ji ber destavêtinê travma jiyane û bi dehan zarokên ku di encama tecawizê de ducanî mane tazmînat bide. Li Butembo û Beniyê bi dehan zarokên keç hene ku di dema pandemiya Ebolayê de ji doktoran zarokên wan hene. Ji ber ku zarokên wan ji biyaniyan hene, ew ji hêla malbatên wan ve tên redkirin. Em ê ji bo dawî li van binpêkirinan bînin têkoşîna xwe bidomînin.”
Ji WHO’yê daxuyanî
Rêveberê Giştî yê WHO’yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus der barê tiştên ku qewimîne de wiha got: "Ez xemgîn im. Ez ji ber tiştên ku kesên ji WHO’yê ku ji bo ji we re xizmet bikin û biparêzin hatine wezîfedarkirin lê vê rûreşiyê kirine pir xemgîn im. Ez ji ber êşa ku we kişandiye xemgîn im. Ez ji ber ku hûn neçar in tiştên pê re rû bi rû mane bi komîsyonê re biaxivin xemgîn im . Ez ji bo wêrektiya we ya ku we di vî warî nîşan da spas dikim. ”
Werger: JINHA