Li Kongoyê şewba Ebolayê: Zêdetirî 2 hezar û 900 kesan jiyana xwe ji dest da

Belavbûna Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê veguherî şewba herî mezin û giran a dîroka welat. Bi gihiştina 6 hezar û 41 bûyerên piştrastkirî re, hejmara miriyan derket 2 hezar û 911’an.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê, belavbûna Şewba Ebolayê didome. Li gorî daneyên Wezareta Ragihandinê ya hikûmetê, hejmara bûyerên enfeksiyonê yên hatine piştrastkirin derket 6 hezar û 41’an û ji van 2 hezar û 911 kes mirine.

Wezaretê, di daxuyaniyê de diyar kir ku tîmên destwerdanê li 6 parêzgehên ku ji şewbê bandor bûne dixebitin û bi taybetî li ser Ituri, Kivuya Bakur û Haut-Ueleyê kar dikin.

Şewb, di dîroka welatê Afrîkaya Navîn de bû şewba herî mezin û giran, heman demê asta şewba salên di navbera 2018-2020’an de li pey xwe hişt.

Ev nexweşî ji ber şewba Bundibugyo ya Ebolayê ye ku ne derzî û ne jî dermankirina wê hatiye erêkirin.