Li Kongoyê ji ber şewba Ebolayê 3 hezar û 577 kes mirin

Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirin gihîşt 3 hezar û 577’an û hejmara bûyerên piştrastkirî bû 7 hezar û 404 kesan.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC), bilançoya şewba Ebolayê ya ku di 15’ê Gulanê de hatibû ragihandin, girantir dibe. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin gihîşt 3 hezar û 577’an û hejmara bûyerên piştrastkirî jî gihîşt 7 hezar û 404 kesan.

Hat ragihandin ku şewba Ebolayê bandorê li 62 navçeyên li 7 parêzgehên welat dike.