Li Kongoyê bîlançoya Ebolayê giran dibe: Mirî ji 3 hezarî derbas bûn
Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara kesên ku ji ber şewba Ebolayê mirin ji 3 hezarî derbas bû û hejmara bûyerên piştrastkirî gihişt 6 hezar û 186 kesan. Rêjeya mirinê jî derket ji sedî 48,6.
Navenda Nûçeyan – Komara Demokratîk a Kongoyê (KDC), li hemberî 17’emîn serhildana şewba Ebolayê ya ku di nîvê meha gulanê de hatibû ragihandin, têdikoşe. Li gorî dachuyaniyên fermî, hejmara kesên ku ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan ji 3 hezarî derbas bû û hejmara bûyerên piştrastkirî jî gihîşt 6 hezar û 186 kesan.
Rêjeya mirinê ji sedî 48,6 e
Li gorî agahiyên ku Enstîtuya Tenduristiya Gel a Neteweyî ya Kongoyê parve kiriye, rêjeya mirinên ji ber şewba heyî gihiştiye ji sedî 48,6. Ev rêje ji amarên şewbên salên 2018-2020’an gelekî bilindtir e.
Pispor destnîşan dikin ku lawaziya serdestiya dewletê ya li herêmên rojhilat û bakurê rojhilat, tevgerên komên çekdar û kêmbûna derfetan, xebatên tenduristiyê asteng dikin. Her wiha kêmbûna pêbaweriya civakî ya li hemberî tîmên tenduristiyê, têkoşîna li dijî belavbûna vîrusê hîn dijwartir dike.