Li Kongo ji ber êrîşê bi dehan koçber jiyana xwe ji dest dan

Li Komara Demoqratîk ya Kongo, di êrîşa ku ji aliyê hêzên milisan ve li ser qampa koçberan a Lale de pêkhat herî kêm 40 sivilan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Li eyaleta Ituri ya li Rojhilatê Komara demokratîk a Kongo êrîşa çekdarî li wargeha koçberan a Lale ku têde 20 hezar kesên ku ji cih û warên xwe bûne dimînin pêkhat.

Herî kêm 40 sivîl hatin qetilkirin

Li gora nûçeya ku di çapemeniya navnetewî de hatî weşandin; ji komên çekdar ên ku li Rojhilatê welat xebat didin meşandin, endamên koma ‘tifaqa pêşketina Kongo’ (CODECO) bi çekan êrîş pêkanî, di êrîşa ku erzaqê koçberan jî birin de herî kêm 40 sivîl hatin qetilkirin.

Li gora nûçeya Reutersê; Rêveberê xwecihî yê nafçeya Bahema Badjere Jean Richard Lenga, destnîşan kir ku hêzên milis bi kêr û çekên di destê xwe de 46 kes qetilkirin. Diyar kir ku ên dinê di malên ku lê diman de şewitandin e. Jean Richard Lenga îfadeya ku ‘Hemû gund digirî, gelek xegine’ bi karanî. Rêxistina maf ya bi navê Charite Banza diyarkir ku di êrîşê de 46 kes hatine qetilkirin û wê cenazeyên wan li gorên komî were veşartin. Şahidekê jî da zanîn ku ji 40 zêdetir cenaze dîtiye. 

Ji 2014’an heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan

CODECO ku li Rojhilatê welat çalakiyan dike, tê texmînkirin ku di êrîşên ji sala 2014’an heta niha bi hezaran sivilan jiyana xwe ji dest dane. Li Rojhilatê Kongo sinorên Ruanda, Uganda û Burundi tê dîtin, ev zêdeyî 20 salene komên bi çek ku hewil didin madenên zêr û kobalt qontrol bikin bûye sehneya êrîş û pevçûnan.