Li Kolombiyayê li ser ceribeyên li Kurdistanê nîqaş hatin kirin

Li Kombiyayê di konferansa bi navê “Heta avakirina civaka demokratîk têkoşîna li dijî kapîtalîzmê” ceribandinên Kurdistanê û çareserî hatin nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan- Li paytexta Kolombiya Bogotayê konferansa ku bi navê “Heta avakirina civaka demokratîk têkoşîna li dijî kapîtalîzmê” di 28’ê Tîrmehê de dest pê kir û wê 3 rojan berdewam bike.

Di konferansa ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Konfederalîzma Demokratîk û Neteweya Demokratîk digre dest, li Zanîngeha Dîstrîta ji 15 welatan 50 organîzasyon beşdar bûn. Di roja duyemîn a konferansê de komên xebatê yên cuda hatibûn avakirin. Ev kom bi taybetî bi sernavên mîna “Rêveberiya Xweser”, “Ekolojî û herêm”, “Ekonomî û herêm”, “Jin û azadiya jinan”, “Nîqaşa fikran”, “Ciwan” û “Demokrasî û dewlet” sekinîn. Di van xebatên de ku di bin van sernavan de hatin meşandin, hewl hat dayîn aliyên hevpar ên têkoşînên li erdnîgariyên cuda werin diyarkirin.

Jinan behsa ceribandinên xwe kir

Di nîqaşên xebatên maseya jinan de, nexşeyek ku nîşan dida her jinek ji kîjan welatî hatiye. Di xebata vê maseyê de tevgera jinên Kurd tecrubeyên xwe parve kir û pêşniyara Konfederalîzma Jinên Cîhanê ji nîqaşê re hat vekirin. Koma xebatê piştre li ser mijarên bingehîn ên ku ji têkoşîna jinan re dibe asteng, sekinî. Ji organîzasyonên Meksîka, Perû û Kolombiyayê organîzasyonên cuda beşdarî atolyeya jinê bûn.

Li dijî netew dewletê stratejiyên berxwedanê

Ji Meksîka, Kolombiya, El Salvador û Kurdistanê gelek kes beşdarî maseya ku mijara dewlet û demokrasiyê lê hat nîqaşkirin, bûn. Di nîqaşan de stratejiyên têkoşînê yên li dijî netew dewletan hatin destgirtin. Beşdaran di nîqaşên xwe yên hevpar de diyar kirin ku netewdewlet amûra bindestkirinê ye.

Behsa talana li ser xwezayê hat kirin

Gelên herêmî yên li Kolombiyayê û Afro-Emerîkiyên ku li vir têkoşîna nasnameyê didomînin, tevli maseya ekolojiyê bûn. Projeyên mezin ên şîrketên ku xakê talan dikin û gelên herêmî ji xaka wan bêpar dikin, bûn rojeva bingehîn. Qala êrîşên li ser xwezaya Kurdistanê jî hat kirin.

Maseya Rêveberiya Xweser

Ji Kolombiyayê gelek rêveberên organîzasyonê beşdarî vê maseyê bûn. Ji Paragûay, DYE û Kurdistanê jî tevlibûn çêbûn. Piştî ku pênaseya Rêveberiya Xweser hat kirin, li herêmên cuda li ser pêkanîn û gavên ku ji bo wê werin avêtin û li ser xebatên der barê demokratîbûna dewletê de rawestiyan.