Li Kolnê bi deh hezaran kes ji bo Abdullah Ocalan meşiyan

Bi deh hezaran kesên ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd xwestin, di Meşa Kolnê de hatin cem hev.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê Koln ê Elmanyayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd meşeke mezin hat lidarxistin. Li Kolnê ku ji welatên cuda weke cihê hevdîtinê hat diyarkirin, girseyên gel ji saetên serê sibehê ve dest bi kombûnê kirin.

Cihê hevdîtinê yê meş û mîtînga ku ji bo 25’emîn salvegera 15’ê Sibata 1999’an a bi komploya navneteweyî Abdullah Ocalan hat lidarxistin, li ber avahiya DGB-Hausê bû. Girse bi poster û alên Abdullah Ocalan meşiyan.

Di meşê de pankartên "Azadî ji Ocalan re" hatin hilgirtin û dirûşmên " hezar silav ji Îmraliyê re" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.