Li kolanên Rojhilatê Kurdistanê wêneyên Werîşê û Pexşan hatin daliqandin

Di çarçoveya nerazîbûnên li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de, şeva borî li cade û kolanên Rojhilatê Kurdistanê wêneyên Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî hatin daliqandin.

Navenda Nûçeyan- Şeva borî li gelek cade û kolanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî nerazîbûn hatin nîşandan û wêneyên her du jinên girtî li ser dîwaran hatin hilawistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye îro li Rojhilatê Kurdistanê li dijî cezayên darvekirinê û zextên rejîma Îranê greva giştî hatiye ragihandin.

Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.