Li Kobanê Zeyneb Kinaci bi civînek hat bibîranîn

Rêxistina Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan bi armanca bîranîna 25’emîn salvegera têkoşer Zîlan, civîn li dar xist.

Kobanê- Têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinaci) di 30`yê Hezîrana 1996`an de li bajarê Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anî. Bi wesîleya 25’emîn salvegera çalakiyê, Kongreya Star bi hevkariya Yekitiya Jinên Ciwan li navenda çand û hunera Baqî Xido ya Kantona Kobanê civîn li dar xist.  Di civînê jinên Kobanê, Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hîlala Zêrîn, Saziyên Civaka Sivîl, Komîn, Meclis û Endamên Partiyên siyasî beşdar bûn. Di hola civînê de wêneyên têkoşer Zîlan, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan hatibûn daliqandin.
Civînê bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê despêkir, Pişt re Endama Rêveberiya Kongreya Star Raperîn Dêrik axivî.
Raperînê da zanîn ku xeta têkoşer Zîlan bingeha têkoşîna hemû jinan e û wiha got: "Di hemû rojên vê mehê têkoşerekê xwe feda kiriye, ji ber vê meha Hezîranê di dîroka tevgera Kurd û jinan de, destpêka xeta fedayî ye. Di vê mehê de yekemîn şehîda tevgera jin, têkoşer Gulan bi riya îxanetê hat şehîdxistin. Her wiha têkoşer Zîlan, Sema Yuce, têkoşerên komkujiya Helincê û herî dawî jî siyasetmedar Denîz Poyraz di vê mehê de şehîd bûne. Rêber Apo dibêje Zîlan xwedewend e û em jî şagirtên wê ne, ji ber vê heger em riya azadiyê hilbijêrin, em ê ji bilî xeta şehîd Zîlan tu xetan hilnebijêrin. Çalakiya têkoşer Zîlan bîrdozî, rêxistinî û felsefî bû." 
Pişt re sînevîzyonek li ser jiyana têkoşer Zîlan hat pêşandan.
Civîn bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Şehîd Namirin" bi dawî bû.   
Endama Koordînasyona Kongreya Star Hedle Hesen di çarçoveya salvegera çalakiya Zeyneb Kinaci de ji ajansa me re axivî.
"Em ê bi bîrdoziya têkoşer Zîlan têbikoşin"
Hedleyê wiha got: "Em çalakiya têkoşer Zîlan û berxwedaniya rêhevalên wê ya li çiyayên Kurdistanê silav dikin. Têkoşer Zîlan bi kesayet û hizrên xwe yên têgihîştî îsrara jinên Kurd di azadiyê de nîşan da. Wê çalakiya xwe li hemberî komploya navneteweyî û tevliheviyên di nava Tevgera Azadiyê de pêk anî. Bi vê çalakiyê re em têgihîştina kesayeta jina azad, serbixwe, welatparêz û bi hêz. Ji lewre Rêber Apo dibêje em hemû jî şagirtên Zîlanê ne. Em jî weke Kongreya Star vê gotinê ji xwe re bingeh digrin û li ser mîrateya ku şehîd Zîlan li pey xwe hişt têdikoşin."