Li Kobanê û Qamişlo çalakiyên 4’ê Nîsanê

Bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qamişlo dar hatin çandin, li Kobanê ji bo zarokan şahiyek hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan – Bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî didomin.

Qamişlo

Gelê Kurd û gelê azadîxwaz roja 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke rojbûna xwe pîroz dikin û her sal bi boneya wê dar diçînin. Îro jî bi pêşengtiya Rêxistina Kongra Star- Meclîsa bajarê Qamişlo û Şaredariya Gel li parka şehîd Baran a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyê 50 darên serû, gul û sînober çandin. Endamên Kongra Star, Komîn, Meclîsa Gel, Şaredariya Gel, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) amadebûn.

‘Rêber Apo hêviya gelê cîhanê ye’

Beriya ku dar bê çandin Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em rojbûna mîmarê azadiyê û xwediyê felsefeya pîroz Rêber Apo ku îro tevahî cîhanê rakir li ser piyan û herkes berxwedan û têkoşîna xwe dike, pîroz dikin. Îro Rêber Apo di hucreyek de tê girtin, lê çi dibe bila bibe Rêber Apo hêviya gelê cîhanê ye. Îro em hatine li vê parkê ku navê parkê şehîd Baran e û ev park bi keda şehîdan û fikir û felsefeya Rêber Apo dê îro şîn bibe. Îro fikir û felsefeya Rêber Apo berfireh dibe û belavî herkesî dibe ku gel îro xwe bi xwe bi rê ve dibe. Em vê rojê cardin pîroz dikin û em dibêjin dê Rêber Apo her hebe û dê Rêberê gelê azadîxwaz be. Em cardin vê rojê li malbatên şehîdan û gerilayên azadiyê pîroz dikin.”

‘Daxwazek me heye, ew jî Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve’

Têkildarî girîngiya vê rojê û armanca çandina daran Endama Dîwana Edaletê ya Sulhê, Emîra Ebdo nêrîna xwe wiha parve kir: “Em di serî de Rojbûna Rêber Apo ku dikeve 74 saliya xwe li Rêber Apo û di şexsî wî de li tevahî jinan pîroz dikin. Ger Rêber Apo nebûya, dê têkoşîna jinan divê astê de nebûya. Dema Rêber Apo hat û fikir û felsefeya wî belav bû, hêz û hebûn da jinan. Îro bi hezaran jin bûne şervan û bi hezaran ji bo riya rast a azadiyê şehîd ketine. Em vê rojê li şehîdên xwe jî pîroz dikin ku ew riya rast ji bo me vekirin. Em îro amadene ku ji bo Rêber Apo çi bê xwestin em ê bikin û li pê doza Rêber Apo bin. Fikrê Rêber Apo ewe ku welat şîn be û civak di nava tenduristiyê de bijîn. Ez jî weke jinek berê min tiştek nedizanî, piştî ez tevlî kar û xebatê bûm, ez heta hînî xwendin nivîsandinê bûm ku îro ez di karê xwe de dinivîsînim û karê xwe bi ser dixînim, ev hemû keda Rêber Apo ye. Em ji vir heta Îmraliyê silavên gerim ji Rêber Apo re dişînin, heta niha jî dilê me li ser Rêber Apo ye û tenê daxwazek me heye Rêber Apo ji Îmraliyê derkeve. CPT herî dawî çû li gel Rêber Apo û wê raporê vedişêre, em vê yekê şermezar dikin. Tiştek nebêjin jî em wek gel dilê me li gel Rêber Apo ye. soza me ewe ku em ê pê doza Rêber Apo û şehîdên xwe bin.”

Herî dawî dar bi dirûşma “Rojbûna te pîroz be Serokê min” hate çandin.

Kobanê

Komîteya Civakî ya Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan yên herêma Firatê, şahiyek ji bo zarokên şervan û welatparêzin ku ji bo parastina herêmê ji êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta tirk jiyana xwe ji dest dan li darxist.

Şahiya ku di bin diruşmeya "Rojbûna Rêber Apo vejîna jiyana azad" hat birêxistin kirin, li navenda Çand û Hûnera Baqî Xido bi amedebûne sedan zarok û malbatên şehîdan û zarokên sêwî yên Keskesora Alan hat li darxistin.

Hola şahiyê bi wêneyên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û findan hatibû xemilandin. Her wiha zarokan cil û bergêrên gelêrî lixwe kirbûn û posterên Rêber Ocalan hilgirtibûn. Şahiyê bi deqeyek  rêzgirtin destpêkir. Pişt re di bernameya şahiyê de zarokan xwe weke kom birêxistinkirbûn û govend, staran û helbest pêşkêş kirin. Her wiha endamê navenda Çand û Hûner hunermed Xelîl Can stran got.

Şahî bi belavkirina diyaran li ser zarokan û berzkirina diruşmên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

‘Zarokên Rojavayê Kurdistanê, zarokên birdoziya Apo ne’

 Rêveberiya komîteya Civakî ya Kongreya Star hêvîn Miho wiha behsa şahiyê kir: "Îro bi sedan zarokên me yên şehîdan û yên sêwî ji bo pîrozkirina rojbûna Rêber Apo kombûne. Rêber nirxekî mezin dida zarokan û di gelek perespektîfan de bal kişandiye ser vê mijarê. Tevahî zarokên Rojavayê Kurdistanê li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo tên perwerdekirin, lê yên şehîdan cihekî wan yê cuda heye di nava vê şoreşê. Ji ber vê çawa ku Rêber Apo xwedî li zarokan derket, em jî bi heman rolê radibin da ku em bikarbin pêşerojeke azad ava bikin. Zarokên ku li derdora Rêber Apo mezinbûn û yekser hevdîtin pêre pêk anîn, îroj kedeke mezin ji bo ava kirina vî welatî didin û her yek ji wan bûye xwedî erekeke pîroz. Em bawerin ku wê pêşerojeke gelek baş ji van zarokan were afirandin, ji ber ku ew gelek bi şans in ku di nava bîrdoziya azadiyê de perwerde dibin."

‘Ez dixwazim Rêber Apo bibînim’

Zaroka bi navê Mercan Misto ku bavê wê di berxwedana Kobanê de şehîd bû, hezkirina xwe ya ji bo rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha bilêv kir: "Bavê min ji bo ku bajareke bi ewle ava bike û me biparêze, şehîd ket. Ez ji serok Apo pir hezdikim, ew jiyan û hebûna me ye. Di gelek wêneyan de zarok li derdora Rêber Apo hene, ez jî dixwezim di rojekê de Rêber Apo bibînim û wêneyekê pêre bikşînim."