Li Kobanê şahiya zarokan

Ciwanên Kantona Kobanê ji bo zarokan şahiyek amadekir û zarokan têde hunerê xwe pêşkêş kirin.

Kobanê- Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ji bo zarokên cangoriyên ku di oxira parastina ax û gelê xwe de jiyana xwe ji dest dane, şahî li qada şehîd Egîd li dar xistin. Qad bi wêneyên cangoriyan, pankarta ku nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ku dibêje: “Em şehîdên xwe naspêrin axê, em dispêrin dilê xwe", alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanan hatibû xemilandin. Di şahiya bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de Meclîsa malbatên Şehîdan jî amedebûn. 
Endama Rêveberiya Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Hebûn Mihemed axivî û got: "Heger ne berxwedaniya şehîdan ba em îro ne li ser vê axê bûna. Ji ber vê em ê her tim şopdarên xeta wan bin, xewin û xeyalên wan pêk bînin û xwedî li destkeftiyên wan derkevin."
Piştre akademiya Taykwando ya Desteya Ciwan û Werzîşê a bajarê Minbicê, koma şehîd Barîn a mûzikê ya Hîlala Zêrîn û hunermend Bangîn Kobanê çalakî û hûnera xwe pêşkêş kirin.
"Bi şehîdên xwe serbilindin"
Endama Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê Nîroz Bozan armanca çalakiyê wiha anî ziman: "Ev cara yekemîne ku em çalakiyeke bi vî rengî li dar dixin. Me xwest ku em ji bo zarokên şehîdan şahiyekê çêbikin da ku moralê wan bilind bikin. Ez xwîşka sê têkoşeranim, ez dizanim ku êşa windakirina kesekî ji malbatê çiqas zor û dijwar e. Di her malbateke Kobanê de şehîdek heye, em dixwazin ku ji dijimin re diyar bikin ku em bi şehîdên xwe serbilindin."
Şahî bi gerandina govendê dawî bû.