Li Kobanê, Qamişlo û Hesekê êrîşên dewleta tirk hatin şermezar kirin
Li bajarê Kobanê, Qamişlo û Hesekê êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê û êrîşên nijadperes ên li dijî gelê Kurd li Konyayê bi meş û daxuyaniyan hatin şermezar kirin.
Navenda Nûçeyan – Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Her wiha PDK'ê jî hevkariya dewleta tirk dike. Herî dawî jî PDK'ê êrîşî şervanên azadiyê kir. Di heman demê de li Konyayê êrîşên nijadperestî pêk hat û di encamê de 7 kes ji heman malbatî jiyana xwe ji dest dan. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş tên şermezar kirin. li bajarê Kobanê, Qamişlo û Hesekê êrîşên dewleta tirk û êrîşên PDK'ê li dijî şervanên azadiyê hatin şeremezar kirin.
Şêniyên Kantona Hesekê êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin
şêniyên Kantona Hesekê, navçeya Til Temir-Zirgan-Dirbêsiyê-Hesekê, di heman demê de endam û rêveberên sazî û dezgehên jinan, bi armanca ku êrîşên dewleta tirk li ser herêmên parastina medya û Başûrê Kurdistanê şermezar bikin, meşeke girseyî li dar xistin. Meşa ku ji çarxereya Sînalko bi dirûşma "Li dijî dagirkeriyê û xiyanetê meşa rûmetê" dest pê kir li çarxereya kevokê rawestiya.
Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer El-Ebdellah axivî û wiha got: "Erdogan bi êrîşên li ser herêmên parastina medyayê, di xewna vejandina împratoriya osmaniyan de dijî. Sûriyê jî ji ber destwerdana Tirkiyê, heya niha di wê kirîzê de dijî, xwîn rijandina gelê sûrî dewam dike û ya herî girîng jî Sûriyê parçe dike. Bi êrîşên li ser herêmên parastina medya yê, Erdogan dixwaze ku hîn zêdetir ji xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike û tevlî xaka Tirkiyê bike. Erdogan di êrîşên li ser herêmên parastina medyayê de, binkeftinan li hember hêz û berxwedana gerîlayan, dijî. Lê sekna PDK'ê bi dewleta tirk a dagirker e, xwîn mijê gelê Kurd cihê şermezariyê ye û divê ku ev yek dewam neke."
Êrîş û gefên dewleta tirk li Kobanê hatin şermezar kirin
Li dijî kiryarên dewleta tirk yên li Kobanê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li Bakurê Kurdistanê-Tirkiyê du daxuyaniyên cuda li Kobanê hatin dayîn. Di daxuyaniyan de bêdengiya navnetewî ya li hember êrîşên dewleta tirk hat şermezar kirin. Di 30`ê Tîrmehê de balefireke bê mirov ya dewleta tirk du erebiyên şêniyên Kobanê li gundê Qumçî yê li Başûrê Kobanê bombebaran kir. Li dijî vê bûyerê, li qada Jina Azad Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)bi sazî û dezgehên xwe li hember hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewleta tirk ve daxuyanî dan çapemeniyê. Di heman çarçoveyê de Meclîsa Edaletê ya Kantona Kobanê li hember qetilkirina malbata Kurd ya li bajarê Konya yê Tirkiyê şermezar kir û daxuyanî li akademiya Şehîd Şîlan dan.
Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan a herêma Firatê Sara Qewas Mislim ve hat xwendin wiha bû: "Ev kiryar û gefên dewleta tirk a dagirker li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne nû ne û her tim dubare dibin. Beriya vê bûyerê me dît ku dewleta tirk komkujiyeke li Helincê pêk anî û di encamê de sê jinên têkoşer jiyana xwe ji dest dan. Êrîş û bombebarana dewleta tirk ne rewa ye û zagonên navdewletî binpê dike. Kiryarên dewlet û çeteyên wê dibin sedema tunekirina jiyana şêniyan, aramî û ewlehiya herêmê xirab kirin e. Dewleta tirk ya faşîst û çeteyên wê kiryar û sûcên herî hov li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tîne, her wih gef û êrîşan li herêmên sivîl dike, bê ser û ber gundewarên Minbic, Eyn Îsa û Şehbayê topbaran dike. Bê guman ev kiryar ne tenê li ser Kurdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê belê li Bakurê Kurdistanê jî heman kiryar tên kirin û qetilkirina siyasetmedar Deniz Poyraz jî mînak e. Em weke Tevgera Civaka Demokratîk û saziyên civaka Sivîl li Kobanê, bêdengiya hêzên Rûsiya yê û xwedî li erka xwe dernektin şermezar dikin. Her wiha em banga civaka navnetewî û wîcdana cîhanî dikin ku li dijî kiryarên dewleta tirk bibin xwedî helwest û hesab ji wan bixweze."
"Em sere xwe li hember kiryaran natewînin"
Daxuyaniya Meclîsa Edaletê ya Kobanê ku ji aliyê Endamê Meclîsa Edaleta Civakî Ibrahîm Mislim ve hat xwendin wiha bû: "Dewleta tirk bi rengekî hov êrîşî gelê Kurd dike û dixweze hebûna wan qir bike. Li çiyayên Kurdistanê bi teknîekeke herî pêşketî şervanên azadiyê hedef digre, her wiha gundên Başûrê Kurdistanê topbaran dike û ziyanê dighîne gundiyan. Di rêze kiryarên dewleta tirk de, du roj berê li bajarê Konya yê Tirkiyê malbateke kurd ku ji heft kesan pêk dihat hat qetilkirin. Dewleta kiryarên derveyî exlaq û derveyî mirovî li ber çavên tevahî cîhanê dike. Bêdengiya civaka navnetewî tê wateya razîbûna wan ya ji kiryarên dewleta tirk re, em wiha dinrxînin ku Erdogan berjewendiyên hêzên bêdeng bi cih tîne ji ber vê ew bê helwest dimînin. Weke gelê Kobanê û Meclîsa Edaletê em ê tu carî hovîtî û kiryarên dewleta tirk qebûl nekin û serê xwe netewînin. Emê bi vîna xwe li berxwe bidin û şer bikin."
Şêniyên Qamişlo êrîşên dewleta tirk şermezar kirin
Şêniyên Qamişlo bi dirûşma "Li dijî dagirekriyê û xiyanetê meşa rûmetê" bi meşek girseyî êrîşên dewleta tirk di derheqê gelê kurd e şermezar kirin. Meş ji çerxereya Şeerqî ya bajarê Qamişlo destpêkir heta çereyeya Sonî dewam kir. Bi sedan şêniyên bajêr, sazî û dezgehên civaka sivîl, Rêxistina Kongreya Star û Meclîsa Malbatên Şehîdan beşdarî meşê bûn. Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alê Meclîsa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star û pankartên bi nivîsa "Bimre xiyanet" hatibû hildan.
"Me parçeyek ji canê xwe feda kiriye"
Yek ji Rêveberiya Komîteya Meclîsa Jin a Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Necah Seîd ku beşdarî meşê bûye nerazîbûnên xwe li hember êrîşan wiha parve kir: "Îro em derketine vê meşê a ku êrîşên dewleta tirtk li hember gelê kurd şermezar bikin. Kesên ku destê dijminê me digire bizanibin ku ew dijmin mal û bajarên me wêran dike. Em weke dayikên şehîdan dibêjin ku em ê li ser xeta şehîdên xwe bin. Me parçeyek ji canê xwe daye û bê navber em ê têbikoşin. Kesên ku destek didin dewleta tirk bila biryarên ku mafê gelan diparêzin bidin ku gel jî wan şermezar neke."
"Em li dijî siyaseta PDK'ê xwedî bertekin"
Rêveberiya Kongreya Star a bajarê Qamişlo Menîca Heydar êrîş şermezar kir û wiha got: "Em şerê li ser şervanên azadiyê bi tundî şermezar dikin. Em weke tevgera jin siyaseta PDK'ê ya ku îro li dijî gerîla şer dikin em şermezar dikin û em xwedî bertekin. Şerê PDK'ê li dijî şervanên azadiyê sûcek mezin e, bi biraykn xwe yên kurd radibin û êrîşî wan dikin. Heta hêjmarek ji zarokên me bi destê PDK'ê gihîştin asta şehadetê. Ev kiryar dikevin bin xizmeta dijmin. Divê em nehêlînin dijmin bighêje armancên xwe."