Li Kobanê meş: Êm ê heta dawî li ber xwe bidin
Şêniyên Kobanê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser Helebê Efrîn û Şehba meşeke girseyî li dar xistin. Di meşê de pêyama berxwedanê hat dayîn.
Kobanê- Li dijî erîşên çeteyên Tehrîr El-Şam di 27'Mijdarê li ser Helebê û piştrê jî li ser Tilrifet û Şehbayê dabû destpê kirin, bertekên gelan zêde dibe. Piştî van erîşan bi daxuyaniya meclîsa gel a Şehbayê, gelên Şehba ji wir hatin derxistin û li qadên Rêveberiya xweser tên bicîkirin. Cîhên ku koçber lê tên bicihkirin û amadekari hatiyê kirin, bajarên Tebqa û Reqa yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ne. Him li hember erîşên ku pêş dikevin him jî li ser koçberiya gelê Şehba û Tilrifet, li her deverên ku Kurd lê bicih bûne û li cîhanê bertek û çalakiyên cur bi cur her diçe zêde dibe. Şeniyên bajarê Kobanê jî îro li ser erîş û koçberiya gel meşekê girseyî lidar xistin û bertekên xwe li hember erîşan diyar kirin.
Meş, bi beşdarbûna hezaran kesan li Qada Jina Azad destpê kir û heta Qada Ş.Egîd berdewam kir. Di meşê de bê navber sloganên "Bijî berxwedana Efrînê "û “Bê Serok Jiyan Nabe" hatin avêtin.
‘Emê tim liberxwe bidin’
Yek ji jinên ku beşdarî meşê bû, Endama Meclîsa Ol û Bawerî Sîham Osman e. Sîham nerazîbûna xwe wiha anî ziman: "Îro ev rewşa ku li ser Kurdan tên meşandin ku dibêjin em tiştekî nakin lê em dibînin ku destdirêjîyê li jin û zarokan dikin e. Em jî wek gelê Kurd, emê her tim li ber xwe bidin û li dijî wan bisekinin. Em wek jinên Kobanê çi jinên Kurd Efrîn Şehba, Şêx Meqsûd, Helebê em li kêleka wan jinan in û em dibêjin ku emê heta dawî li ber xwe bidin.”
‘Seferberî hatiye xwestin’
Li ser navê Rêveberiya Xweser a Demokratîk Hevserokê Desteya Ekolojîk a Kantona Firatê Arif Balî jî hestên xwe wiha anî ziman: "Ev çalakiya me ya pîroz ji bo gelê me yê Efrîn, Şehba, Helebê ye. Ev gel, ji ber êrîşên çeteyên Tehrîr El-Şam (HTŞ) koçber bûye û ji cihê xwe derketiye. Ji bo vê jî, wek Rêvberiya Xweser wan seferberî hatiye xwestin. Em jî îro li gelê Efrîn, Heleb, Şehba, Nibir û Zehra em dibêjin em her tim bi gelê Kobanê re ne.”
Meş bi slogana "Bijî Berxwedana Efrînê "û "Bê Serok Jiyan Nabe" bidawî bû.