Li Kobanê ji ber brûskê zarokek jiyana xwe ji dest da
Li gundewarê Kobanê di encama lêdana brûskê de ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan- Li gorî agahiyên nûçegihana HAWAR’ê, beriya saetekê li bajarê Kobanê û gundewarên wê tevî peşkên baranê brûsk jî hebûn. Nûçegihan diyar kir ku di encama lêdana brûskê li gundê Moçik ê başûrê rojavayê Kobanê de ji heman malbatê zarokekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Heman nûçegihan eşkere kir ku navê zarokê jiyana xwe ji dest daye Ehmed Riyad El Sarî (12) ye û navên her du kesên birîndar jî wiha ne; Cayir El Sarî (22) û Rîmas Hesen El Sarî (18). Ew rakirin nexweşxaneya Kobanê.