Li Kobanê di êrîşa dewleta Tirk de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
Di encama êrîşên dewleta Tirk de li gundevarê rojavayê bajarê Kobanê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên dewleta Tirk li ser Kantona Firatê didome. Artêşa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî bi çekên giran gundê Kon Eftar ê li gundewarê başûrê rojavayê Kobanê ya Kantona Firatê hedef girt, di encama êrîşan de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan.