Li Kobanê civîna mêran a di derbarê 25'ê Mijdarê de
Di çarçoveya hemleya 25'ê Mijdarê de bi diruşma "Têbikoşe! Dagirkerî û tûndiyê têk bibe!, semîner ji hevserokên saziyan re hat li darxistin.
Kobanê- Roja cîhanî ya Têkoşîna Li dijî tundiya Li ser jin ango 25`ê Mijdarê, xwedî dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtiye. Roja ku hersê xwîşkên Mîrebal ji bo gelek jinan bûn îlham û hêza têkoşînê. Tevî ku li dijî tundiya li ser jin gelek hevpeyman hatin mohirikirin jî, lê ji salên 1960`î û heya sala 2021`an jinên berxwedêr hîna jî dibin armanca pergala serdest û tên qetilkirin.
Ragihandina vê rojê bingeha xwe ji têkoşîna xwîşkên Mîrabel digre. Patria, Minerva û Maria Teresa li Komara Domînîk çalakvanên siyasî bûn û li dijî pergal û siyaseta serokê komarê Rafael Trujillo serî hildabûn û têdikoşiyan. Di 14`ê Hezîranê de di dema şahiyê de Rafael Trujillo hewl da ku Minerva yê ji aliyê zayendî ve tacîz bike loma Minerva helwesta xwe nîşan da û şimaq li rûyê Rafael xist. Piştî wê bûyerê bi pêşengiya Minerva ku beşa hiqûqê li zanîngehê dixwend, rêxistina bi navê “Tevgera 14`ê Hezîranê” ava dikin. Ev tevger navê xwe ji dîroka şeqema ku Rafael Trujillo xwariye digre û perperîkê jî weke amblema tevgerê hildibjêrin. Çendek piştî wê bûyerê Rafael Trujillo fermana dîlgirtin û îşkencekirina hersê xwişkan dide û Minervayê ji bawernameya wê mehrûm dike. Li ser fermanê hersê xwişk tên girtin.
Di çarçoveya hemleya 25'ê Mijdarê de bi diruşma " Têbikoşe! Dagirkerî û tûndiyê têk bibe!, mêrên ku hatine perwerdekirin civînek di derbarê roja têkoşîna li dijî tundiyê, ji endam û hevserokên sazî û dezgehên Rêveberiya xweser re li navenda Komîtiya Silhê li darxist. Endam, Rêveber û hevserokên saziyan beşdarî civînê bûn. Di eywana civînê de Ala Kongreya Star hatibû dalqandin. Ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin û paşê semîner ji aliyê Hevserokê Desteya Hundirîn ya herêma Firatê Bozan Xelîl ve hat bi rêve birin. Mijara semînerê 25'ê Mijdarê, bandorên wê û têkoşîna li beramberî tundiyê.
"Heya ku jin neghêje azadiya xwe wê civak sererast nebe"
Bozan Xelîl destpêkê behsa dîroka jin ji roja ku hatiye destpêkirin û heya ku berhemên jinan ji dest hatin girtin û wiha got: "Jin-dayik bingehên civakê ne, lê mixabin di rastiya heyî de jin di nava civakê de biçûk tê dîtin û keda wê hatiye windakirin. Em li beramberî vê tundî, kuştin, talankirin çawa têkoşîn bikin û di nava civakê de tundiya heyî ji holê rakin û li şûna wê wekhevî, edalet, azadî û demokrasî deyin. Beriya 5,000 hezar sal jin xwedî kedeke mezin bû, bi destê jinê her tişt dihatin afrandin, lê hişmediya mêr-dewletê û heya niha jî ku ew hişmendiya di mêjiyê mêr de heye. Di kesayeta jinê de civak tune bû, her tişt ji xwazaya xwe derket. Her jineke ku li bermaberî desthiladarî serî hildide, dibe armanca wan desthiladaran, wek hersên xwîşkên Mîrebal, Sakîne Cansiz, Fîdan, Leyla, Zehra, Emîne, Hebûn, Hevrîn. Li rex vê jî dewleta tirk êrîşî gelê herêmê dike, ev bi xwe jî tundiye û di heman demê de tundî li ser jin û zarokan jî tê ferzkirin. Dewleta tirk di hundir hişmendiya xwe de naxwaze jin azad bike û bighêje rastiya xwe. Di hundir malê de em çawa nêzî hevjîn, xwîşk û keçên xwe dibin, em bi hişmeniyda baviksalarî nêzî wan dibin, tenê me maf daye jin ê ku di malê de bixebite û zarokan bîne. Lê divê em di wê zanebûnê de bin ku dijmin naxwaze jin bighêje wê rastiyê, li Misrê jin têne sinetkirin lê ev bi xwe tundiya herî mezin li ser jinan tê kirin."
Her wiha Mehmud Hesen Endamê Meclîsa Edaletê û yek ji kesên ku beşdarî civîna mêran bûye ji ajansa mere axivî.
"Hişmendiya baviksalarî tundiyê li ser jinan dide meşandin"
Mehmud di nava axaftina xwe de destnîşan kir ku jin di nava civakê de rastî tundiyê tê, divê em li beramberî vê tundiyê têkoşîna xwe bilind bikin û wiha pêde çû: "Dema em behsa jinan dikin, civak tê bala mirovan, ji ber jin civakê bi rêve dibe û parçeyek ji jiyana meye. Civak bê herdû zayendan nabe, herdû zayend hevdû temam dikin. Civak ji herdûyan jî tê bi rêvebirin, dema ku civak bê pûçkirin wê demê aliyê din jî tê pûçkirin. Dayik bi xwe dibistane, ji ber ya ku zarokan perwerde dike jine. Helbet rola jin di nava civakê de heye, li rex vê jî dayik ya ku zanebûnê di nava civakê de belavdike. Jin ya ku çandinî keşif kiriye, jin ya ku civak bi rêve biriye. Bi gelek navê ne baş li jinan dihat kirin wek pîrhebûk, sihir baz tenê ji bo ku navê jinan di nava civakê de bê xirabkirin û rol jin di nava were helandin. Di van salên dawiyê de hin maf ji jinan re hatiye dayin lê ne wek tê xwastin. Her roj li herêmên dagirkirî tundî li ser jin tê kirin, heya ku ev tundî ji holê ranebe tu carî wê tundî li ser civakê jî ranebe."