Li Kobanê 1'ê Gulanê hat pîrozkirin
Şênî û saziyên Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê ya Roja Kedkaran a Cîhanê bi şahiyek pîroz kirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/04/20230428-9u0a0358-jpgcd686a-image.jpg)
Kobanê- 1'ê Gulanê ku di asta cîhanî de weke Roja Kedkaran tê nasîn, her sal li seranserê cîhanê tê pîrozkirin.
Bi vê boneyê îro Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyek di bin dirûşma "Ji bo jiyana bi ewle û rûmet û Sûriyeya demokratîk em 1'ê Gulanê pîroz dikin" birêxistin kirin. Di şahiya ku li nava daristana Kobanê hat lidarxistin de, bi dehan şêniyên Kobanê, sazî û dezgehên wê amade bûn.
Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka TEV-DEM’ê Hedle Hesen axivî. Hedle Hesen keda ku kedkar di avakirin û parastina civakê de nîşan didin, bi bîr xist û spasî kir.
Piştre ji aliyê Yekitiya Hunermendên Kobanê ve stran hatin pêşkêşkirin û kesên beşdarî şahiyê bûbûn govend gerandin.
Şahî bi xelatkirina 15 endamên yekitiya karkeran ku bênavber xizmetê ji bo civakê pêşkêş dikin, bi dawî bû.