Li Kirmanşanê li dijî hemşîreyên jin cihêkarî û tacîz

Hemşîre stûnên veşartî yên pergala tendirustiyê ne lê ji ber ku jin in; barê xebatê dikeve ser milên wan, bi cudakariya zayendperest, tacîz û çewisandina lêgerîna mafên xwe re rûbirû dimînin.

NESÎM AHMEDÎ

Kirmaşan – Cilên spî li wan in û ji bo ku jiyana kesên ku wan qet nas nakin biparêzin benavber dixebitin lê beramberî vê ked û hewldana xwe, ji ber ku ‘hemşîre’ ne, nirxa keda wan nayê dîtin û berpirsyariyên wan ên jiyanî tenê weke ‘peywir’ tên pejirandin. Lê di bin vê peywira wan a ku di dîtinê de tişteke ji rêzê ye, agahiyên pisporî, kêrhatiya pîşeyî heye û kes nizane ku çiqas zexta derûnî li ser wan heye û di warê fizîkî de çiqas zoriyan dikşînin.

Şevên bê xew ên li ber serê nexweşan derbas dibin, kêmasiya personelan, rojên ku bi krîz û mercên zor derbas dibin, kêliyên ku di navbera mirin û jiyanê de biryar tên dayîn… Hemû perçeyên rastiya ku gelek caran nayê dîtin in. Hemşire stûnên veşartî yên pergala tendirustiyê ne; bêyî hebûn û keda wan, dermankirin nabe loma nirxa keda wan ne di asta pîşeyê wan de ye, di girêdana wan a li gorî rûmeta mirovan û hewldana wan a ji bo jiyandina mirovan de ye. Hemşîre bi gelek cudakarî û tunebûnê re rûbirû dimînin lê dema ku jin bin zêdetir bi kêmasiyan dijîn û cudakarî li wan tê kirin.

Zextên li ser hemşîreyên jin

Hemşîreyên jin tevî zextên pîşeyî, bi qalibên zayendperest û sînorên pergalî re rûbirû dimînin. Van pirsgirêkan tenê bandorê li ser xebat û jiyana wan nake, li ser derûnî, temînatên kar û derfetên pêşketinê jê dike. Di gelek rewşan de, rola wan a jiyanî ya di pergala tendirustiyê de nayê dîtin û keda wan di çarçoveya ‘peywir’ de tê dîtin lê barê herî giran ê lênêrîna nexweşiyan, derbaskirina krîzan û berpirsyariya mayîna li ba nexweşan ser milên wan e.

Hemşîreya bi navê Nêrgiz a li Nexweşxaneya Şehîdên Kirmaşanê dixebite wiha dibêje: “Ger ez behsa pirsgirêkên hemşîreyan bikim; divê destpêkê behsa cudakariya mûçeyê bijîjk û hemşîreyan bikim. Li gorî guherînên zagonî, mûçe û nedayîna pereyê zêde, kêmasiya personel, tunebûna derfetên kar û derengdayîna mûçeyê wan, tenê çend ji pirsgirêkên ku hemşîreyên li Kirmaşanê pê re têdikoşin e. Gelek hemşîreyên jin, di pêvajoyên biryargirtinê de bi helwestên tunedîtin û cudakar re rûbirû dimînin. Ev yek ji pirsgirêkên ku der barê wê de nayê axaftin lê li ser qelîteya kar û jiyanê ya hemşîreyên jin bandorê dike ye.”

Di dema dermankirinê de tacîza zayendî û ji neçarî bêdengiya hemşîreyên jin

Jin di civakê de di kîjan astê de dibin bila bibin, her dem bi bi zext û cudakariya ku ji ber zayenda wan çêdibe re rûbirû dimînin. Gelek ji wan tenê ji ber ku jin in, dibin hedefa nêrîna zayendperest ên hevkarên xwe; gelek caran hinek mêrên ku wan girtine kar û nêzikahiya bijîjkên ku xwe ji wan mezintir dibînin, rastî tacîza zayendî tên. Ji ber tunebûna mekanîzmayên bi bandor li dijî van nêzikahiyan bêdeng dimînin.

Nêrgiz wiha didomîne: “Bijîjkên mêr di gelek rewşan de bi çavên biçûk li hemşîreyên jin dinêrin bi gotin an jî tevgerên xwe tacîza zayendî dikin lê ji ber ku bijîjk in tu hemşîre cesaret nake îtiraz bike lewre dema ku jinek hemşîre gilî bike wisa tê bawerkirin ku wê bi xwe tiştek kiriye û dixwaze îtîbara bijîjk bişkîne. Ji ber ku bi çavekî pir bilind li mêrên bijîjk dinêrin, van giliyan weke îftirayeke ku ji bo hemşîre balê bikşînin tên dîtin. Ji ber vê yekê, rastiya tacîza bijîjkên mêr li dijî jinên hemşîre nayê pejirandin.”

Hemşîreyên jin ên ku bi zexta îdarî re rûbirû dimînin

Nêrgiz wiha didomîne: “Hemşîreyên jin, di mercên ku gelek hemşîreyên mêr nedixwestin beşdarî çalakiyan bibin de tevlî çalakiyan bûn û pêşengî kirin. Ji bo mafên xwe yên însanî û pîşeyî me çalakiyên aştiyane li dar xist. Li dijî vê yekê her carê ji rayedaran heta hinek hempîşeyên me yên mêr, rexne li me hatin kirin û em rastî zextan hatin. Sala borî ji ber desteserkirina mafên xwe me çalakiyek li dar xist; çawa çalakî qediya ji ewlekariyê bangî me hemûyan kirin û ji me re gotin ku ji bo teahudê em careke din çalakiyên wiha nekin. Di lêpirsînan de her dem gotin ‘hûn jin in, divê hûn namûsa xwe biparêzin, rakirina pankartê û avêtina dirûşman we biçûk dixe, bela li serê we vedike, heta dê bibe sedem ku hûn ji karê xwe bibin.’ Her wiha me hişyar kirin ku ger çalakiyên me di medyaya biyanî de derbikevin îhtîmala binçavkirinê heye. Bi van gefan me bêdeng kirin. Dûre hinek hempîşeyên me yên mêr jî ji bo ku ji karê xwe nebin, ji me re gotin divê em dest ji van çalakiyan berdin.”

Lêgerîna maf a ku bedela wê giran e û domandina çerxa bêdengiyê

Van tiştên hatine jiyîn ne tenê yên komek biçûk in, zexta pergalî ya li dijî jinên di qada tendirustiyê de dixebitin nîşan dide. Jinên ku barê giran ê hemşîretiyê dikşînin, di heman demê de bi sînorên çandî, gefên îdarî û nêrînên zayendperest re têdikoşin. Di mercên wiha de lêgerîna maf, vediguhere bedelek giran. Bi taybetî jî jinên ku her itiraza wan rastî gotinên; “bêrêzî” an jî “bêîstîqrarkirin” tê bedelên giran didin. Ev rewş, cudakariya li ser esasî pîşeyî û zayendî jî di nav de, dibe sedem ku li dijî  gelek pirsgirêkên di pergala tendirustiyê de derdikevin çerxa bêdengiyê bidome.  Ev çerx di her asta civakê de jinên hemşîre dorpêç dike û her ku bêdengî didome, pirsgirêkên hemşîreyên jin veşartî û bêçareserî dimînin, neçar dimînin di bi çerxa zext, gef, cudakarî û bêdengkirinê de jiyana xwe bidomînin.