Li Kirmanşanê 2 jin hatin qetilkirin
Li bajarê Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê 2 jin ji aliyê mêrekê ve hatin kuştin.
Navenda Nûçeyan - Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî, li taxa Gulistan a bajarê Kirmaşanê yê Rojhilatê Kurdistanê mêrek kete malekê û 2 jinên xwişkên hev bûn bi çekê kuşt. Heta niha derbarê bûyerê de agahiyek fermî nehatiye dayîn.