Li Kifrî cenazeyê jinek hat dîtin

Li bajarokê Kifrî cenazeyê jinek ku li ser bedena wê şopên guleyan hebûn, hat dîtin lê nehat zanîn ka bi xwe, gule berdaye xwe yan hatiye kuştin.

Germiyan- Duh êvarê li bajarokê Kifrî yê girêdayî Germiyanê, jineke 27 salî ji ber guleyên ku bedena wê ketine jiyana xwe ji dest daye. 

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Polîsên Germiyanê Elî Cemal Qedûrî got: “Jina ciwan a bi navê B.W.R di sala 1996’an de ji dayik bûye û ji aliyê malbata wê ve cenazeyê wê birine nexweşxaneya dadê ya qezaya Kelarê. Li gorî zanyariyên ji kes û karên wê guleyên demançeyê yên lê ketine jiyana xwe ji dest daye. Demançe niha di destên polîsan de ye û li ser sedem û encamên bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin.”