Li Kerkûkê zewicandina zarokên keç zêde dibe
Rêvebera Tevgera Hîwa ya Iraqê ya Kerkûkê Sirûd Ehmed bal kişand ser zêdebûna zewaca zarokan a li Kerkûkê û got ku hin zarokên keç di roja ewil a zewacê de jiyana xwe ji dest dane.
Kerkûk – Li Kerkûkê her ku diçe zewicandina zarokan zêde dibe, tê gotin ku hin zarok li beramberî deynan tên zewicandin. Seroka Tevgera Hîwa Sirûd Ehmed ji Dengê Amerîka re axivî û got ku divê ji bo keçên di navbera 15-18 salî de tên zewicandin biryara dadgehê bê dayîn û wiha got: “Lê zarokên 12 salî tên zewicandin. Ev neqanûnî ye. Keçên zewicî jî hay ji mafên xwe nîn in. Keçeke 14 salî ya ku berî demekê zewicî bû di şeva ewil a zewacê de jiyana xwe ji dest da. Piraniya kesên di temenê biçûk de tên zewicandin zarokên keç in.
Sirûd Ahmet diyar kir ku li Kerkûkê rêjeya zewicandina zarok keç zêde bûye û destnîşan kir ku hin zarokên keç di roja yekem a zewacê de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Sirûd Ehmed da zanîn ku li beramberî deynên malbatan hin keç hatine zewicandin.