Li Kerkûkê YNK bû partiya yekemîn

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê encamên ewil ên hilbijartinên encûmenên parêzgehan eşkere kir. YNK’ê 139 hezar û 373 dengan girt û li Kerkûkê bû partiya yekemîn.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê der barê encamên dawî yên hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de ku di 16’yê Kanûnê de dengdana taybet û di 18’ê Kanûnê de jî dengdana giştî hat lidarxistin de daxuyanî da. Li gorî daneyên ewil ên Komîsyona Hilbijartinan, li parêzgeha Kerkûkê YNK’ê 5 kursiyan bi dest xist û ji sindoqan wek partiya yekemîn derket. Kurdan her wiha li Nînowayê û Dîkarê herî kêm 6,  li Diyalayê 1 û li Selahedînê jî kursiyek bi dest xistin.

Zêdeyî 6 milyon kes çûn ser sindoqan

Bi giştî rêjeya beşdariya hilbijartinan ji sedî 41 hat ragihandin. Komîsyonê, ragihand ku di hilbijartinan de 15 milyon û 108 hezar û 135 hemwelatî xwedî mafê bikaranîna dengan bûn û 6 milyon û 599 hezar û 668 hilbijêran dengên xwe bi kar anîn.

YNK li Kekûkê yekemîn e

Li gorî daneyên destpêkê, li Kerkûkê tifaqa Kerkûk Hêz û Îradeya Me ye ku YNK jî di nav de ye, 139 hezar û 373 deng, Koalîsyona Erebî 98 hezar û 173 deng, Eniya Tirkmen 72 hezar û 281 deng, Qiyade 59 hezar û 430 deng, PDK’ê 46 hezar û 197 deng, Tevgera Nifşê Nû 24 hezar û 620 deng û Kerkûkna jî 21 hezar û 114 deng girt.

Li gorî vê yekê li Kerkûkê YNK’ê 5, Koalîsyona Erebî 3, Eniya Tirkmen 2, PDK’ê 2, Ereba (Ereb) 1, Qiyade (Ereb) 2 kursî bi dest xistin.

Nînowa Lîehlîha (Ereb) 5, YNK 2, Ehlî Nînowa ku YNK’ê jî di nav de 3, Takaddum (Ereb) 2, Siyade (Ereb) 2, Hedba (Ereb) 2, Peymana Netewî (Ereb) 3, PDK 4, Hêvîyê Watanî (Ereb) 2 kursî, Watanî Litecidîd (Ereb) 2 kursî, Hezm (Ereb) 2 kursî û Ezîm (Ereb) 1 kursî bi dest xistin.

Namzedê Şengalê bi ser ket

Yek ji navendên ku herî zêde encamên hilbijartinê dihatin meraqkirin Şengal bû. Gelê Şengalê, ji bo meclisa Nînowa/Mûsilê dengên xwe dan. Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) bi hin partiyan re ku YNK jî di nav de ye, tifaqa Yekitiya Gelên Nînowayê ava kiribû. 4 namzedên PADÊ hebûn. Li gorî encamên hatin eşkerekirin ji namzedan Kasim Keşko bi ser ket. Bi serkeftina namzedê gelê Êzidî, li Şengalê tûrên serketinê hatin avêtin.

Her wiha li Selaheddînê Ezmî Medenî Sivîl (Ereb) 2, Îtarî Wetenî (Ereb) 2, Siyade (Erebî) 2, YNK 2, Cemahir (Ereb) 5, Takaddum (Ereb) 5 kursî bi dest xistin. Li Diyalayê Diyalatuna 4, Takaddum 4, Siyade 3, Ezîm 2, Îstihkak 1, Esas 1, YNK 1 kursî bi dest xistin.