Li Kerkukê posterên derbarê 25’ê Mijdarê hat daliqandin

RJAK’ê di çarçoveya çalakiyên ji bo 25’ê Mijdarê Roja Tekoşîna li Dijî Tundîtûjiya ser Jinê a Cîhanî de li bajarê Kerkukê posterên ku peyama pêşîlêgirtina tundîtûjiya beramberî jinan dide daliqandin.

Kerkuk- Rêxistina Jinên Azadiya Kurdistanê( RJAK) di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja  Têkoşîna li Dijî Tundîtûjiya ser Jinê a Cîhanî de bi dirûşmeya ‘Li dijî reşkujiya jinan bi felsefeya Jin Jiyan Azadî têkoşîn berdewam e’ li nava bajarê Kerkukê bi dehan posterên derbarê pêşîlêgrtina tundîtûjiya beramberî jinê û hişyariya li dijî aqlê mêr û reşkujiya jinan de daliqandin.

RJAK li taxên Rehîn Awa, Serçinar, Şorce, Qelaya Kerkuk, Elmas û gelek taxên din ê bajarê Kerkukê posterê ku peyama pêşîlêgirtina tundîtûjiyê didin daliqandin û di berdewamiya pêngava a 16 rojî de çalakiyên wan ên ji bo pêngavê berdewam dike.