Li Kerkûkê daxwaza yekrêziyê hat kirin

Çalakvan û mamosteyên olî bi dirûşma “Biratî û pêkvejiyanê” li bajarê Kerkûkê civîneke çapemeniyê li dar xistin û bang li hemû namzedên Kurdistanî yên parêzgeha Kerkûkê kirin ku bi hev re ji bo serkeftina Kurdan kar bikin.

Navenda Nûçeyan- Di roja 22 Mijdarê de çalakvanên Kurd li li bajarê Kerkûkê li hev kom bûn. Piştî civînê bi daxuyaniyek çapemeniyê banga yekitiya gelê Kurd hat kirin.

Daxuyanî ji aliyê Şikofe Selayî ve hat xwendin û daxwaz ji hemû alî û dezgehên sivîl hat kirin ku ji bo kampanyaya hilbijartinê diyar birkin hevkariya hev bikin û dirûşma “Em hemû ji bo Kurdistan û Kerkûkê beşdarî hilbijartinan bibin”, pêşkêşî aliyên siyasî hat kirin. Her wiha bang hat kirin ku di dema kampanyaya hilbijartinan de tu partiyên Kurdan neyên reşkirin û hewl bê dayîn ku rûyekî medenî û bedew ê ku sîmayê Kurdî nîşan dide, bê raberkirin.

Di daxuyaniyê de bang li namzedên hemû partiyên Kurdistanî hat kirin ku bangek hevbeş ji Kurdên Kerkûkê re bikin, da ku xelkê teşwîq bikin beşdarî hilbijartinan bibin û deng bidin lîsteyên Kurdan û wiha hat gotin: “Divê êdî walîyek jêhatî û zîrek ku ji bo Kerkûkê kar bike hebe ku bikaribe bê cudahî xizmetê pêşkêşî welatiyên Kerkûkê bike.”

Çalakvanan pêşniyarek pêşkêş kirin û daxwaza avakirina Encûmena Bilind a Kurdistanê ji bo piştgirîkirina kampanyayê ku ji xelkê bajêr pêk tê kirin.

Her wiha bang li hemû kesên di lîste û namzedên Kurd hat kirin ku dev ji kîn û nefretê berdin, ji bo aştî, biratî û demokrasiyê kampanyayek hevbeş ji bo bidawîbûna zilmê bimeşînin.