Li Kenyayê lehî: Herî kêm 42 kes jiyana xwe ji dest dan

Li herema Mai Mahiu ya Kenyayê ji ber barana zêde lehî rabû. Hat diyarkirin ku di lehiyê de herî kêm 42 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku ji ber lehiya ku ji ber barana zêde ya li herêma Maî Mahîû ya li hundirê welatê Kenyaya Rojhilatê Afrîkayê rabû herî kêm 42 kes jiyana xwe ji dest dane. Rayedarên polîsan ên ku ji televîzyona Citizen ya welat re axivîn diyarkirin ku ji ber bendava ku tijî bûye dibe ku hejmara miriyan zêde bibe.

Ji meha Adarê ve hejmara miriyan 100’î derbas kir

Li gor nûçeya ku Reutersê weşand Xaça Sor a Kenyayê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku ji ber lehiya ji nişka ve rabû, gelek kes rakirin navendeke tenduristiyê ya li Mai Mahiu. Bi van mirinên dawî re hejmara kesên ji meha Adarê û vir ve ji ber barana zêde û lehiyê jiyana xwe ji dest dane 100'î derbas kir. Li gor hejmara fermî jî ji 27’ê Nîsanê ve 76 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Dîroka vekirina dibistanan hat taloqkirin

Wezîrê Perwerdeyê ya Kenyayê di daxuyaniya xwe de ragihand dîroka vekirina dibistanên ku dihat payîn vê hefteyê were vekirin hatiye taloqkirin û dê dibistan hefteya pêşiyê de were vekirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Bandora wêranker a baranê li ser hin dibistanan ew qas mezin e ku beyî ku ewlehiya jiyana xwendekar û mamostayan bikeve xeteriyê dê ewlehiya hemî dibistanan were misoger kirin.”

Rê û pir zirerê dîtin

Ji derveyî dibistan rê û pirên Kenyayê jî ji lehiyê zirerê dîtin. Hat diyarkirin ku di heman demê de li paytext Nairobi rêya ku diçe balafirgeha navneteweyî jî di bin avê de maye. Her wiha hat gotin ku hemû sefer li gorî plansaziyê pêk tên.