Li Kenyayê ji ber lehiyê hejmara miriyan derket 170’ê

Di lehiya ku ji nîvê Mijdarê vir ve li Kenyayê rû da hejmara miriyan derket 170’ê. Ji ber barana zêde a ku berdewam bike banga tehlîyekirina kesên li herêmên di xetereya lehiyê de dijîn hat kirin.

Navenda Nûçeyan- Xaça Sor a Kenyayê têkildarî lehiya ku ji ber barana zêde kesên jiyana xwe ji dest da daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara kesên ji ber karesatê jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 170’ê  kesî û hat gotin ku ji nîvê meha borî heta niha 600 hezar Kenyayî malên xwe terikandine.

Banga tehliyekirinê

Artêşa Kenyayê jî piştgirî da xebatên alîkariyê, ji ber karesatê zirar dît erdên çandiniyê zirar dît. Midûriyeta Meteorolojiyê ya Kenyayê diyar kir ku barana zêde wê bidome û xwest kesên ku li herêmên metirsiya lehiyê dijîn bên tehliyekirin.

Li Kenyayê hikûmetê ji bo mexdûrên lehiyê 15 milyon dolar bûdçe veqetand û ev rewş wek “rewşa awarte” ragihandi bû.

Li welatên Rojhilatê Afrîkayê Etiyopya, Somalî û Tanzanyayê ji ber lehiyê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber lehiya ku ji nîvê Mijdarê vir ve bi bandor e, li Etiyopyayê 57, li Tanzanyayê 68 kesan, li Kenya û Somaliya ku dikeve rojhilatê Etiyopyayê jî 110 kesan jiyana xwe ji dest dan.