Li Kelarê cenazeyê jinek a hatî xeniqandin hat dîtin

Li Kelara herêma Germiyanê cenazeyê jinekê ku diyar bû hatiye xeniqandin hat dîtin.

Germiyan - Li Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber şer û qeyîrana heyî her roja diçe qetilkirina jinan zêde dibe. Li taxa Muzefînî ya Kelarê cenazeyê jina bi navê (B.A.M) 35 salî xeniqandî hat dîtin. Hat zanîn berê ji ber şidetê giliyê hevjînê xwe kiriye, lê ji aliyê peyîwendîdaran ve hatiye paşgoh kirin ku bû sedem dawî li jiyana wê bê. Piştî cenazeyê wê hat dîtin û li ser şopa xeniqandinê derket, lêgerîn hat despkirin û di encamê de hevjînê wê hat binçavkirin.