Li Kayserî piştî êrişê Sûriyeyî nikarin ji malên xwe derkevin

Di rapora ku li Kayserî der barê êrişa li dijî Sûryeyiyan de hat amadekirin de hat diyarkirin ku êriş bi awayekî organîzekirî hatiye kirin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) rapora xwe ya têkildarî êrişa nijadperest a li Kayseriyê qewimî amade kirine li Navenda Giştî ya ÎHD’ê ya li Enqereyê aşkere kirin.

‘Saziyên civakî bi şandeyê re hevdîtin nekirin’

Rapor ji aliyê hevseroka Şaxa OHD’ê ya Enqereyê Çîgdem Kozan ve hat xwendin. Çîgdem Kozan anî ziman ku der barê êrişan de şandeyek ji kesên di 3 komeleyan de cih digrin ji bo lêkolînê çûne Kayseriyê, da zanîn ku saziyên civakê bi şandeyê re hevdîtin nekirine û got: “Tevî şandeya me xwest ji saziyên civakê agahiyek bi hûrgilî bigrin, ji ber walîtî, Muduriyeta Emniyetê û Serdogeriya Komarê randewû nedan, nikaribûn xwe bigihîjînin agahiyên li ba saziyan.”

‘Hat ragihandin ku du rojan mudaxeleya pêwîst nehatiye kirin’

Çîgdem Kozan da zanîn ku şandeyê ji derveyî Baro û Mazlum-Derê bi tu rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin nekiriye û wiha got: “Rayedaran têkildarî asta êrişan agahî parve nekirin. Sûriyeyiyên ku bi wan re hevdîtin hatin kirin, têkildarî cihên ku êriş lê hatine kirin agahiyên texmînî parve kirin.” Çigdem Kozan, destnîşan kir ku binpêkirinên weke, nirxandina zirar, talan û şelandina mal û kargehên rastî êrişê hatine, nehatine tesbîtkirin û ev tişt got:

“Der barê vê mijarê de rayedaran tu agahî nedane mexdûran ku dê di vê mijarê de çi bikin, zirara wan bê tazmînkirin an na. Li taxên ku me lêkolîn kirin wesayîdên bi plaqeyên MA ku ji bo kesên biyanî hatine dayîn nedîtin. Gotin ku Sûriyeyiyan wesayîdên xwe veşartine. Hemû kesên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin gotin ku du rojên ewil hêzên ewlehiyê mudaxeleyeke baş li koma êrişkar nekiriye, weke ku koma êrişkar daxuyaniyekê bide çapemeniyê nêzî wan bûne. Hêzên ewlekariyê di dema êrişan de, gotinên cihêkarî û nijadperest û êrişên koma nijadperest ji nedîtî ve hatine. Walîtiyê gotibû ku wan ji bo pêdiviyên xelkê xebatan dane destpêkirin lê me xwe negihîştand tu agahiyeke wisa. Penaberên Sûriyeyê destnîşan kirin ku tu alîkarî ji bo wan nehatiye kirin.”

‘Sûriyeyî nikarin ji malên xwe derkevin’

Çîgdem Kozan diyar kir ku derbarê lêpirsînê de tu agahî negirtine û wiha got: “Wezîrê Karên Navxweyî ragihandibû ku êrişkar komek ji biçûkan pêk tê û kesên nasnameya wan ne paqij e. Di çarçoveya vê daxuyaniya wezaretê de der barê kesên ku êriş dane kirin de tu agahî nehatine parvekirin û ev yek jî wê metirsiyê dide ku wê ev êriş berdewam bikin. Penaberên ji Sûriyeyê nikarin biçin kargehên ku lêdixebitin. Ji bo çûyîna wan a kar tu agahî jî nedane wan. Li gorî nûçeyên medyaya Qeyseriyê; ji ber penaberên Sûriyeyê nikarin biçin ser karên xwe, di gelek sektoran de astengiyên cidî yên hilberandinê derketine. Divê meaş û mafên civakî yên karkerên ji Sûriyeyê ku hefteyek e neçûne kar bê dayîn. Divê hewcedariyên karker û mirovên ji Sûriyeyê bên dabînkirin.”

Çîgdem Kozan di dawiya raporê de wiha got: “Ev êrişên li dijî penaberên ji Sûriyeyê êrişên berê yên li Mereş, Madimak, Gazî, romenan û kurdan anî bîra me. Me çavdêr kir ku lînc, şewitandin, talankirin, tirsandin, êriş û gotinên nijadperest û nefrete li dijî penaberan hatine kirin. Tê xuyakirin ku ev êriş bi plankirî û bi awayek organezîkirî pêk hatine. Li gelek bajarên Tirkiyeyê xwepêşandan, çalakî û daxuyaniyên aştiyane û demokratîk bi biryarên waliyan tên qedexekirin. Lê tevî ku êriş li dijî can, mal û milkê penaberên Sûriyeyê hatiye kirin jî Walîtiya Qeyseriyê xwepêşandanên komên nijadpereset qedexe nekiriye û tu tevdîr negirtiye. Penaber ji ber tirs û gefa êrişan û hişyariya hêzên ewlehkariyê nikarin ji malên xwe derkevin. Penaber ji ber astengkirina platformên medya civakî agahî ji gelek xizmên xwe nikarin bigirin û destnîşan kirin ku ev yek tirs û fikarên wan zêdetir dike.”