Li kantona Firatê û Şehbayê pêşhilbijartinên namzetên PYD’ê destpê kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) îro dest bi pêşhilbijartinên diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyên kantona Firatê û Şehbayê kir.

Navenda Nûçeyan- Piştî ku rêxistina Kongra Star û PYD’ê di 17’ê Nîsanê de itîfaqa xwe ya bi hev re ketina hilbijartinên hevşaredariyan yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ragihandin, dest bi xebatên pêşhilbijartinên diyarkirina namzetên xwe kirin.

Piştî ku rêxistina Kongra Star di 28-29’ê Nîsanê de namzetên xwe diyarkirin, îro jî PYD’ê li kantona Firatê û Şehbayê dest bi pêşhilbijartinên diyarkirina namzetên xwe kirin.

Di lîsteya dengdanê de namzetên PYD’ê yên werin hilbijartin û namzêtên Kongra Star yên biserketin cih digirin.

Kobanê

Di vê çarçoveyê de gelên Kobanê û Eyn Îsa ji bo diyarkirina namzetên xwe ji vê sibehê de berê xwe didin sandoqan û dengê xwe didin.

Weke hat payîn dê îro pêşhilbijartinên navçeya Kobanê û Eyn Îsa pêk werin û 2’ê Gulanê jî yên 9 navçe û beldeyên kantona Firatê werin lidarxistin.

Şehba

Di 27'ê Nîsanê de li kantona Şehbayê Kongra Star Efrîn-Şehba pêşhilbijartinên xwe yên namzetên jin ên şaredariyan lidarxistin û tê de li ser asta kantona Şehbayê 5 jin bi serketin û bi daxuayniyekê hat raghandin. Îro jî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê Efrîn-Şehba pêşhilbiajrtinên xwe yên ji bo şaredariyan dest pêkirin.

Sindoqên dengdayînê yê pêşhilbijartinan li navçeya Şêrewa Efrîna dagirkirî, navçeya Til Rifet, navçeya Ehrezê, navçeya Ehdas û navçeya Fafînê yên kantona Şehbayê ji saet 9:00'an ve hatine dayîn û wê heya saet 5:00'an bi dawî bibe. Li ser asta navçeya Şêrewa û kantona Şehba 42 namzetên mêr in, her wiha li kêlek wan namzetên jin ên Kongra Star jî yên ku li ser asta her navçeyekê bi serketibûn li kêlek mêr deng kom dikin.

Gelên li Şehbayê bi Kurd, Ereb û Tirkmanên xwe berê xwe didin cihên sindoqan û dengê xwe bi awayek demokratîk bi kar tînin.