Li kantona Şehbayê jinên ciwan li ser mijara xwabûnê civiyan

Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê li peymangeha navçeya Ehdas a kantona Şehbayê panelek li ser mijara xwebûnê ji xwendekarên jin re lidarxistin.

 
Şehba- Yekîtiya Jinên Ciwan bi alîkariya Navenda Lêkolînê ya Jineolojî ya herêma Efrîn Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê panêlek li ser mijara xwabûna jinê bi dirûşmeya "Ji bo tola salan, têk bibin dagirkeran" li peymangeha Şehîd Viyan Amara ya navçeya Ehdas a Şehbayê li darxistin. Di panêlê de hemû xwandekarên paymangehê amade bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê panel ji aliyê endama yekîtiay jinên ciwan Rîm Dede ve dest pê kir. 
Endama Yekîtiya jinên Ciwan ya herêma Efrînê Rîm Dede bal kişand ser dema ku jin azad ji dayik dibe pêwîste azad ji dunyayê jî biçe û wiha pêde çû: "Armanca yekemîn a panêlê ew e ku em karibin pirsgirêkên jinên ciwan di civakê de ru bi ru dimîne çareser bikin. Di heman demê de jinên ciwan çawa karibin xwe ji desthilatdariya mêr biparêzin. Naveroka panêlê me xwabûne çawa jin bi taybet jinên ciwan xwe biparêzin. Jin azad tê diniyayê divê azad ji dunyayê jî biçe, lewma em ê deriyê nîqaşê ji xwandekaran re vekin, ji bo ku hîn bêhtir nasnameya xwe nas bike û karibin xwe di civakê de îsbat bikin. weke Rêber Apo dibêje divê ‘Jin bi tenê be û bi tenê ya xwe be.’ Gelek girînge ku jinên ciwan mijara xwabûnê nas bikin, ji bo ku karibin bibin xwedî nasname. Xwasteka me ew e ku em mijara xwabûnê bi xwendevanên amade bûne re şîrove bikin ji bo civaka tê de dijîn nas bikin."
Piştere xalên panelê yên li ser xwe parastina jinên ciwan, xwabûn û pirsgirêkên jinên ciwan yên rêxistinî hatin şîrovekirin û deriyê nîqaşê ji xwandekarên amade re bûne vebû.