Li kampên Idlibê gelek zarok ji ber gaza karbon monoksîtê dimrin!

Li kampên Idlibê di zivistanê de, ji ber ku gelek kes neçar dimînin bi malzemeyên bê qalîte sobeyan vêxin, gelek zarok jiyana xwe ji dest didin. Xebatkara tendirustiya civakê Maram Al-Sheikh, li dijî gaza karbon monoksît hişyarî da û pêşniyaran kir.

 HADEEL Al-OMAR

Idlib - Ji ber poltîkayên şer malbatên koçber li kampan di mercên dermirovî de dijîn. Ji ber ku bihayê malzemeyên şewateyê zêde ye, bi berhemên naylon û bê qelîte sobe tên vêxistin. Malbatên koçber li kampan, di mercên zivistanê de jiyanê di nava zehmetiyan de derbas dikin. Bi taybetî jî zarok ji vê yekê zirarên mezin dibînin.

3 zarok ji ber dûmanê mirin

Li Kampa Atma ya bakurê Idlibê, di 15’ê Çileyê de ji ber şewitandina malzemeyên bê qalîte, sê zarokên malbatek ji ber dûmana bi jehrî ya ji sobeyê derket mirin. Ji xizmên zarokan Lîna Al-Suwaid, a 45 salî wiha got: “Li kona ku zarok lê razayîbûn sobeya bi komur vêxistîbû. Ji ber ku dûman ket nava konê her sê zarok di xew de mirin. Li kona kêlekê jî heman rewş qewimî. Malbat ji ber mercên aborî, nikarin komura bi qelîte bistînin û ev rewş jî dibe sedema rewşê bi xeter. Malbat ji bo ku hinek be jî zarokên xwe germ bikin, bi naylon, komur û bermahiyên lastîkan û solên kevin sobeyên xwe vêdixin. Dûmana ku ji van derdikeve dibe sedema mirina gelek kesan.”  

Di 22’yê Kanûna 2023'yan de bûyerek bi wî rengî qewimî. Li Kampa Al-Tah a li bakurê bajarê Maraat Misrîn ê Idlibê ji heman malbatê 4 zarokên ku yek ji wan 3 mehî, yek jî 4 salî ji ber dûmana mazlemeyên xirab ew mabû bimrin. Zarokên ku krîza bêhngirtinê bi wan girt, piştî ku birin nexweşxaneya herî nêz, hatin rizgarkirin.

‘Xirabûna malzemeyan dibin sedema mirinê’

Xebatkara tendirustiya civakê Maram Al-Sheikh, a 38 salî got ku karbon monoksit (CO) cureyê herî bi xeter e ji bo bêhngirtinê, ji ber ku bê, reng û bêhn e nayê ferqkirin û dibe sedema mirinê. Maram Al-Sheikh, diyar kir ku bêhna vê gazê dibe sedema jehrîbûn û mirinê. Maram Al-Sheikh, behsa sedema  belavbûna li hewayê ya vê gaza bi jehr a ku dikuje kir û got: “Bi bikaranîna malzemeyên xirab, li cihê girtî bikaranîna sobeyan, ji ber ku nahêle oksîjen bikeve hundir, dibe sedema felaketê. Her wiha paqijnekirina lûleyên sobeyan jî yek ji van sedeman e. Nîşaneya kesên ku ji ber gaza karbon monoksîtê tên asta fetisandinê, serêş, tengbûna nefesê, bêhalî, tevliheviya serî, xirabûna fonksiyona pergala sinêrê, çûyîna ji ser hemdê xwe, nebesiya lêdana dil û dûre jî rewşên ku bi mirinê bi encam dibin bi xwe re tîne.”

‘Di dema xetera gazê de divê derî û şikak werin’

Maram Al-Sheikh, hişyarî da ku dema vê gazê were ferqkirin, şibak werin vekirin û wiha domand: “Divê di wê demê de sobeyên ku tên vêxistin derhal werin vemirandin. Di serî de zarok divê nexweşên ku pirsgirêka wan a bêhngirtinê heye, extiyar, jinên ducanî, kesên astengdar, bi lezgînî ji wê derê werin derxistin û ji bo mudaxeleyê bangî ambulansê bikin.”

‘Di dema razanê de divê sobe vemirandî bin’

Maram Al-Sheikh, bal kişand ku divê li cihê ku sobeyên germkirinê hene, cihê hewadariyê hebin û li gorî drenajayê bin û got: “Dema ku mirov radizê divê sobe vêxistinî neyên hiştin. Divê paqijiya kulek û lûleyan baş were kirin. Malzemeyên xirab ên ku tên şewitandin, hem di pergala bêhgirtinê de dibin sedema zirarê hem jî dibin sedem ku li mal û konan agir derkeve û bibe sedema mirin û birîndarbûnê. Ji ber ku prosedurên ewlehiyê û zanîn di vî warî de tune ye, ev bûyer diqewimin. Bi tedbîran mirov dikare pêşî li pêşiya van qeza û xeteran bigre.”