Li kampa Waşokanî û Serêkaniyê jin namzedên xwe hildibijêrin

Bi armanca avakirina şaredariyên demokratîk Kongra Star a ji bo hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi PYD’ê re tîfaqa xwe ragihand, dest bi pêşhilbijatinên namzetên jin hevşaredariya Kampa Waşokanî û Serêkaniyê kir.

Hesekê – Komisyona bilind a hilbijartinan a Bakûr û Rojhilatê Sûrî da diyarkirin ku di 30’ê gulana 2024’an de dê hilbijartinên şaredariyan pêk werin. Di 17’ê Nîsanê de Rêxistina Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) tifaqa xwe ji bo hilbijartinên şaredariyan bi daxuyaniyekê raghandin. Kongra Star a Kampa Waşokanî û Kampa Serêkaniyê dest bi pêşhilbijartinên namzetên jin ên hevşaredariyê kir. Pêşhilbijartin li navendên Kongra Star a Kampa Waşokanî û Kampa Serêkaniyê pêk hat.

Namzedên jin ên namzeda hevşaredariyê ku beşdarî pêşhilbijartina li Kampa Waşokanî û Serêkaniyê bûn wiha ne: Maha Meyî, Zehra Hesen, Sena Xêro û Xedîca Xidir.

Pêşhilbijatina ku di seat 9:00’an de dest pê kir, seat 15:00’an dê bi dawî bibe. Endamên Kongra Star, Meclisa Malbatê Şehîdan, PYD’ê û Hêza Parastina Civakî berê xwe dan navendên hilbijartinan û dengê xwe didin.

Hilbijartin bi rengekî dîmokratîk dewam dike û piştî serjimariyê dê encam bi daxuyaniyekê were eşkerekirin.

‘Hilbijartinên demokratîk bersiva êrişên dagirkeriyê ne’

Endama Kongra Star a kampa Waşokanî Nûr Osman tekez kir ku çeka jinan ya li dijî êrişên li ser hebûn û nasnameya jin xwe birêxistinkirin e û wiha got: “Dewleta Tirk bajarê me dagir kir. Xwest bi riya êrişên dagirkeriyê me têk bibe. Lewma rast e em koçber in û rastî gelek zehmetiyan tên, lê hilbijartinên îro pêk tên bersivek ji bo dijmin e ku em ê heya dawî li ber xwe bidin û asta rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Wekê Kongra Star em ê di nava kar û xebatê de bin heya em dagirkerî têk bibin û hemû jinan azad bikin.”