Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê waneya jineolojiyê
Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê semînerek li ser zanista jinê Jinolojiyê hate dayîn.
Navenda Nûçeyan - Li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Komîteya Jineolojiyê ya Ewropa li ser Jinolojî semîner dan. Di semînerê de ewilî endama TJK-E’yê Bêrîvan Karayoyûn axivî. Bêrîvanê anî ziman ku zanist divê ji desthilatê dûr, nêzî civakê be û pêwîstiyên civakê pêşwazî bike. Bêrîvanê diyar kir ku Jineolojî xwe li ser van rexneyan avakiriye. Bêrîvan daxuyakirin ku Jineolojî zanisteke ku civakê ava bike ye.
“Ronîkirina xwezaya jinê”
Endama Komîteya Jineolojiyê ya Ewropa Sara Marche jî got: “Jineolojî têgiheke kurdî ye. Jineolojî zanista jinê ye. Li vir jin û peyvên zanistê xwe li ser bingehê ‘Civaka ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê’ xwe ji nû ve pênase dike. Ev ji bo jinên cîhanê şansek e. Weke ku Abdullah Ocalan pênase kirî, jin ji zayendekê zêdetir mîna ‘xwebûna sosyolojiyê’ girtina dest, li ser vî bingehî di serî de têkiliyên çewsanê, dîsa ji bo çareseriya hemû sîstema mêtingeriyê rêbazek e. Mîna ku Rêber Apo gotî famkirina formûla ‘Jin, Jiyan, Azadî’, li ser vî bingehî, lêkolînkirina jiyana jinê û azadiyê û pêşxistina wê ye. Ronîkirina xwezaya jinê û bi vê ve girêdayî ronîkirina xwezaya civakê, nivîsandina dîroka koletî û azadiya jinê, avakirina zanista şoreşa jinê, ber bi konfederalîzma jinê ya cîhanê ve ku hişmendiyeke zanista sosyolojî ku xwe dispêre tevgerên jinê, pêşxistina wê esas digire ye.”