li Kampa Holê operasona dijî şaneyên veşartiyên DAIŞ’ê despêkir
Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîş li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'î li Kampa Holê, operesyona paqijkirinê ya bi navê ”Mirovî û ewlehiyê”bi daxuyaniyekê dan destpêkirin.
Hesekê- Kampa Holê a ku bi 45 kîlometreyan li Rojhilatî bajarê Hesekê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikeve, zêdetirî 60 hezar û 350 koçber û penaberên Sûrî û Îraqî û malbatên DAIŞ'ê lê bicih dibin. Piştî rizgarkirina Baxozê bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê yên xwe teslîmî hêzên QSD'ê kirin, li Kampa Holê bi cih kirin. Piştî bicihkirina malbatên çeteyan rojane bûyerên qetilkirina koçber û penaberên Sûrî û Îraqî rûdidin. Ji destpêka sala 2021'an de li Kampa Holê heya niha zêdetirî 47 penaberên ku piraniya wan Îraqî ne hatine qetilkirin.
Li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê ku xeteriyeke pir mezin li ser gelê herêmê û cîhanê dide avakirin, Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) bi alîkariya hêzên QSD'ê li Kampa Holê bi daxuyaniyekî Operasyona bi nave” Mirovî û ewlehiyê”dane destpêkirin.
Daxuyaniya ji aliyê berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Asayîşê Elî Hesen ve hate xwendin wiha têde hate gotin: "Beriya du salan Hêzên QSD’ê bi alîkariya Koalîsyona Navdewletî dikarîbû ku di aliyê erdîngarî de DAIŞ’ê tune bike, lê heya niha li ser gelê herêmê û cîhanê xeteriyekê ava dike. Heya niha jî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li dijî sivîlan û rêveberên meclisên sivîl yên giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên cûr be cûr didin meşandin. Wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê şerê me yê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ didome. Kampa Holê a ku zêdetirî 60 hezar kes piraniya wan zarok û malbatên DAIŞ'ê ne, rêxistineke ku DAIŞê ji nû ve zindî bike avakirin e. Di nava Kampê de Hisba ango Dispilîna DAIŞ’ê û dadgehên şerî ava kirin, ev yek jî li gel perwerdekirina zarokan li ser bingehê DAIŞ'ê. Ev yek jî dihêle ku bingehekî xurt ji bo avabûna DAIŞ'ê ji nû ve ava bibe. Rêveberiya Xweser bi hemû derfetên xwe û Rêxistinên mirovî yên navdewletî alîkariyê didin Kampa Holê. Kampa Holê veguherî ye kaniya DAIŞ'ê û lê êrîş û kuştinên cûr be cûr rojane têne kirin. Di nava vê salê de DAIŞ zêdetirî 47 kes li kampê kuştine. Îro Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Asayîş bi alîkariya QSD'ê di nav de YPJ/YPG'ê cih digrin, bi armaca bêbandorkirina DAIŞ'ê de operesyoneke berfireh bi nave “Mirovî û ewlehî” dan destpêkirin. Armanca vê operesyonê bêbandorkirina şaneyên veşartî yên DAIŞ'ê û mayindekirina ewlehiya heremê."
Operesyon dewam dike.