‘Li Kampa Holê gelek hewldanên revandina zarokan hat têkbirin’

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kampa Holê Lema Semîr got ku wan gelek hewldanên revandina zarokên Eşbal El-Xîlafê bo herêmên dagirkirî têk birine.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê - Piştî Baxoza Dêrazorê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat rizgarkirin, bi hezaran malbatên DAIŞ’ê ji bo Kampa Holê hatin veguhestin. DAIŞ’a ku di warê leşkerî de têk çû, li Kampa Holê di warê îdolojîk de xwe ji nû ve birêxistin kir. Zarokên Eşbal El-Xîlafê ji hêla jinên El-Hisbê ve hatin avakirin. Bi dehan hewldanên revandina zarokên Eşbal El-Xîlafê ji Kampa Holê çêbû. Rêvebera Kampa Holê a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Lema Semîr li ser xeteriya vê mijarê axivî.

Lema Semîr got ku piştî veguhestina jin û malbatên DAIŞ’ê xeterî û sûcên kuştinê li Kampa Holê dest pê kirine û wiha domand: "Ji bo ferzkirina fikrên terorîst ên DAIŞ’ê sûcên kuştinê li dijî penaberên Iraqî dest pê kirin. Ger mirov rast bifikire wê wiha be ku ji wê demê ve ango ji 2019’an ve avakirina nifşên nû yên DAIŞ’ê li ser fikrê tundrew di warê îdeolojî û leşkerî de hatibû destpêkirin. Gelek pirtûkên li ser perwerdeya leşkerî li ser çekên sivik û navîn hatin dîtin û desteserkirin. Artêşeke ku ji biçûkan ava bûye li ser rijandina xwînê û serjêkirina mirovan, mezin dibe. Fikrên tundrewbûnê ji bilî xwînê, dîtina mirovên li hemberî xwe wekî kafir û terorîst tiştekî din DAIŞ pêşkêşî zarokan nekir."

MÎT û Kamap Holê

Lema Semîr bal kişand ser hewldanên şaneyên razayî bi perspektîfên dewleta Tirk û MÎT’ê ji bo revandina zarokan û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Gelek hewldan bi riyên ne rewa ji bo revandina zarokên Eşbal El-Xîlafê çêbûn, şopa wan jî heta herêmên dagirkirî diçe. Hewldanên revê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn û beşên wê ve hatin binxistin. Eşbal El-Xîlafê gefeke mezin li ser ewlehiya herêma me çêdike û ew ê bibin DAIŞ’iyên serdema nû. Têkilîyên bi Kampa Holê û MÎT’ê  ên li herêmên dagirkirî weke Girê Spî û Serêkaniyê hewldanên revandina zarokên DAIŞ’ê hatin kirin. Hejmarek ji zarokan hatin girtin."

‘Gef li ser giştî cîhanê ye’

Lema Semîr da xuyakirin ku dewleta Tirk DAIŞ’ê weke destê xwe yê rastê di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibîne û wiha pêl da gotinên xwe: "Wexta ku dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrîşên xwe dike, malbat û jinên DAIŞ’ê hewl didin xwe bigihîjînin nava Kampa Holê. Ji ber hejmara wan a mezin li vir hêviyên avakirina rêxistineke DAIŞ’ê ya nû dide û ev ewlehî û aramiya herêmê dixe xeterê, dibe gefek li ser giştî cîhanê.

'Balafirên dagirkerên Tirk wekî deriyê xilasiya xwe dibînin'

Niha em li ser rûyê erdê bi dewriye û erkên parastinê, ewlehiyê digrin ser milên xwe, hewl didin xeteriya li kampê kontrol bikin lê bi vî awayî em nikarin kontrol bikin. Ji ber ku jin û malbatên DAIŞ’ê bihîstina dengê keşfê û balafirên dewleta Tirk a dagirker weke saeta derketina xwe dibînin. Lewre dema ku ev deng tê bihîstin bi hev re dikevin nava tevgereke zêde, tevliheviyan çêdikin û dest bi xirabiyan dikin. Weke hêzên Ewlekariya Hundirîn jî me dewriye û noqteyên xwe yên ewlehiyê zêde kirine. Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya sêyemîn ku di 27'ê Çileyê de dest pê kiribû û hat bidawîkirin, wê xeteriya çeteyan sînordar bike."