Li Kabulê profesorê ku ji jinan re pirtûk dabîn dikir hat girtin

Talîbanê qedexeya perwerde ya li dijî jinan roj bi roj zêde dike, li paytext Kabulê Profesor Îsmaîl Meşal bi hinceta ku ji jinan re pirtûk dabîn dike, bi îşkenceyê hat binçavkirin û girtin.

Navenda Nûçeyan - Piştî ku Talîbanê li Afganîstanê desthilatdarî bi dest xist, hewl dide jinan di nava çar dîwaran de biçewisîne û ji jiyana civakî, kar, perwerde, akademî, werzîş, medya-çapemenî û heta ji kolanan dûr bixe.

Talîbanê hewildana jinan ya bi derfetên xwe xwe bigihînin perwerdeyê jî asteng dike. Perwerdekarên jin ên dildar li gelek navendên welat perwerdehiya zarokên keç di bin erdê de didomînin, yên ku dixwazin piştgiriyê bidin perwerdeya jinan di bin zextê de tên girtin. Îsmaîl Meşal ê ku li paytext Kabulê li zanîngeheke taybet profesortî dikir û beriya ku Talîban dest deyne ser rêveberiya welat di perwerdekirina 450 zarokên keç de dilxwaz bû, hat girtin.

Îsmaîl Meşal ku li kolana Karaçî ya Kabulê pirtûkên xwe diyarî jinan kir, duh seatên nivor rastî lêdanê hat û ji aliyê endamên Talîbanê ve hat binçavkirin û girtin. Nayê zanîn ku Profesor Îsmaîl Meşal li ku derê tê girtin.

Dîploma xwe qetandibû

Profesor Îsmaîl Meşal, di meha Çile ya borî de diyar kiribû ku divê perwerdehiya jinan neyê astengkirin û wiha gotibû: “Yekane hêza min pênûsa min e, min bikujin û perçe perçe bikin jî ez ê êdî bêdeng nemînim. Ez dizanim ku ez karekî xeternak dikim, lê ez her sibe xatirê ji dayik û hevjina xwe dixwazim, ji ber ku ez difikirim ku dê carek din qet nevegerim. Ez ji bo pêşeroja 20 milyon jin û zarokên keç ên Afgan amade û bi xwestik ku xwe feda bikim.” Îsmaîl Meşal di bernameyek weşana zindî de qedexekirina jinan a li zanîngehan bi qetandina dîplomeya xwe şermezar kiribû.