Li Kabûlê du dadgerên jin hatin qetilkirin

Li paytexta Efganistan Kabûlê, du dadgerên jin rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li paytexta Afganistan Kabûlê serê sibê wesayîta ku du dadgerên jin têdebû bû hedefa êrîşa çekdarî. Di êrîşê de her du jinên dadger jiyana xwe ji dest dan û ajokar jî birîndarbû. 
Di derbarê êrîşê de berdevgê serdozgeriyê Jamshid Rasuli ji AFP yê re axivî û diyar kir ku her du jinên dadger ên rastî êrîşê hatîn di dadgeha bilind de dixebitîn.  
Dema diçun ser kar rastî êrîşê hatin
Berdevkê Dadgehê Ahmed Fahid Qawim jî da zanîn ku dema jinên dadger diçun ser kar rastî êrîşê hatin û  wiha domand: "Mixabin di encama êrişeke çekdarî de du dadgerên jin jiyana xwe ji dest dan û Ajokarên wan jî birîndar bû." Berdevk bilêv kirk u li dadgeha bilind a Afganistanê ji 200’an zêdetir dadgerên jin hene. 
Li gorî şahidên bûyerê yên ji rojnama herêmiya Afganistanê Tolo Newsê re axivîne jî êrîş ji aliyê du kesên siwarê motorbiskilêtê ve hatiye kirin.
Hîna ti koman êrîş negirtiye ser xwe, berdevkê Talibanan Zabihullah Mucahid ji AP yê re axivî û diyar kir ku li piş êrîşê ew nîne.